MELA YASÎN YUSRÎ

Kelhaamed

MELA YASÎN YUSRÎ
MELA YASÎN YUSRÎ

Mela Yasîn Yusrî ‘alim û muderrîseke vê sedsala dawîn e. Di nav gel de wek Mela Yasînê Sergewra, Mela Yasînê Şemê hatiye naskirin. Mela Yasîn mexlesa “Mele Yasînê Şemê” ji bo xatirê diya xwe, a “Mela Yasînê Sergewra” jî bo xatirê Melatîya xwe werigritiye. Lewra di nav gel de bi van her du navan jî hatiye binavkirin.

Mela Yasîn teqrîben di sala 1906ê miladî de li gundê Xerzika tê dunyayê. Ev gund bi Pasûra Diyarbekir ve girêdayî ye. Malbata Mela Yasîn ji Muşê çûne vî gundî. Navê bavê wî Mela Dewrêş, ê diya wî jî Şemsîxan e. Malbata Mela Yasîn bi eslê xwe ji ‘eşîra Xiya ne.  Herwekî ku tê zanîn ‘Eşîra Xiya bêtir li dorhêla Muşê niştecîh in. Piştî derketina qanûnê paşnavan paşnavê Toprak bo Mela Yasîn tê terxankirin.

Mela Yasîn di zaroktîya xwe de sêwî dimîne. Lewra ew hê şeş mehî ye bavê wî wefat dike. Di wê demê de rewş xerabe xelayek mezin heye. Şemsîxana diya Mela Yasîn ji naçarî bi ser mala bavê de vedigere û diçe li cem birayên xwe sitar dibe. Herwekî ku Mela Yasîn di pêşîya berhema xwe ya bi navê baxçê jiyanê piştî mirinê de beyan dike ku xalanên wî bi saya zêr û zîvên diya wî ji xelayê xelas dibin. Paşê ji ber hinek sebeban Mela Yasîn û diya xwe ji cem xalanên xwe diçin. Îdî Mela Yasîn şeş salî ye. Muhtemelen ji diya xwe cara yekem fêrî Quranê bûye. Lewra li gorî ku Mela Yasîn di destpêka baxçê jiyanê piştî mirinê de beyan kiriye wî di hengama koça ji gundê xalanên xwe de Sûretê Yasîn ji ber xwendiye û îşlikeke qumaş wek hedîye ji ‘etarîyek wergirtiye.

Diya Mela Yasîn li ser wesêta bavê wî wî dide xwendinê. Ewil ew li ber destê Mela Saliḥ dixwîne. Piştî ku Qur’an û Mewlûdê diqedîne diçe Medersê Farqînê û li ber destê seydayên navdar ê wek Mela Yeḥyayê Ferhendî û Mela Îbarîm dersê ‘ilmê werdigre. Wî bîst û yek sal di medresan de digel temmamê ‘ilmê rêzê ‘ilmên dî jî xwendiye. Mela Yasîn îcaza xwe ya ‘alimtiyê ji Mela Yeḥayê Ferhendî werdigre û bi destûra wî dersa feqîyan daye.

Piştî ku Mela Yasîn dest bi melatî û muderrîstîyê dike li gelek gundên Farqîn, Amed, Bismil û Pîranê muderrîstîyê dike. Di heman demê de wî li merkeza Diyarbekir û Çinarê jî muderrîstî kiriye. Merkezên ku wî lê melatî û muderrîstî kiriye ji bîstî zedetir in.

Mela Yasîn di hengama muderrîstîya xwe de bi dilhenûnî bi feqîyan re ‘eleqedar bûye. Bi hurgulî dersa wan daye û xwestiye ku ew bibin ‘alimên baş. Bi sedan kesan li ber destê wî xwendine.

Mela Yasîn ji bil dersdayînê gel jî ji bîr nekiriye. Bi her messeleyên wan re ‘eleqedar bûye û di warê her muşkîlatê wan de fetwa daye. Ji lew telebeyên ku îcazet ji wî digirtin ew jî wek wî hem bi derdê gel re meşẋûl dibûn, hem jî ders didan feqîyan. Ji ber vê yekê ye ku wek Reîsul-Ûlema, Sulatnê ‘İlmê, Behra ‘İlmê hatiye binavkirin. Ji çar alîyên welat bi sedan şagirdên wî çêbûne û li ber destê wî xwendine. Wek mînak; Mela Eḥmedê Qoxî, Mela ‘Elîyê Zîla, Mele ‘Ebdillahê Xerzî, Mele Mihemmedê Dengnekir, Mele Nesreddînê Mermerî, Mele Miḥemmed ji dehan şagirdên wî çend kesên balkêş in.

Mela Yasîn hîç eskerî nekiriye û neçûye esker. Ew cara ewil di hewma şagirdiya xwe de zewiciye. Paşê bi keça Şêx Muhemmed Selîmê Hezanî re zewiciye. Piştî ku her du pîrekên wî wefat dikin cara sisiyan bi keça Mela Yusuf re dizewicî. Ji îzdîwaca wî ya duyem hîç zarok çê nabin. Ji zewaca wî ya yekem û sêyem 19 zarok çê dibin. 

            Mela Yasîn Yusrî piştî ‘umrekî fêdedar û dûvdirêj 1994ê miladî de wefat dike û diçe ber rehma xwedê. Mela Yasîn li pêy xwe ev berhem hişitne:

            1- Seyfu’l- Meslûl ‘Ela Mu’elefîl Me‘lûl: Ev berhem di warê usûla fiqhê de bi zimanê ‘Erebî hatiye nivîsandin.

2-Rewdu’l- Heyat: Berhemeke menzûme. Bi zimanê kurdî di warê mirin, cennet, cehennemê bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin. Di destpêka vê berhemê de behsa kurtejîna Mela Yasîn jî hatiye kirin.

3-Tefsîra Suretê Nîsa Ayeta Pêncî û Nehemîn: Ev berhem di warê ayeta ku dibê “Îtaeta Xweda û Resûlê Wî bikin” de bi zimanê ‘Erebî hatiye te’lîfkirin.

4-Eqîda Îmanê: Berhemeke menzûme bo zarokan bi zimanê Kurdî hatiye te’lîfkirin

5-Tuhfetu’l- Esdîqa: Berhemeke menzûme bo mezinan bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin.

Eḥmed ḥîlmî di Dîwana Cami’ de cîh daye yek texmîseke Mela Yasîn Yûrsrî û bi navê “Texmîsa Mela Yasîn Yusrî Ber Ẋezelê Mela” beyan kiriye. Texmîs, zêdekirina sê rêza ye di serê her beytik ğezelê de di ‘eynî wezn û qiyasa wê ğezelê de. Ev helbesta Mela ya ku Mela Yasîn Yusrî texmîsek jê re çêkiriye di Dîwana Mela de nîne. 

 

1.SENABERQA TECELLAYÊ

 

Beḥra Hezec, Beyta Tam

Wezna wê: Mefa‘îlûn/ Mefa‘îlûn/ Mefa‘îlûn/ Mefa‘îlûn

Salim, salim, salim, salim

 

Senaberqa tecellayê, li can û dil ‘ekis daye

Li ser şem‘ê sifetperwane, min zû can û dil daye

Ji zewqa badeya camê, hiş û ‘eqlê mi winda ye

Ji neş‘a badeya saqî, dilê mecrûḥê şeyda ye

Ji şewqa dîtina saqî, damîr û dil mucella ye

 

Nezer carek bide sofî, bi çavê min ku dûrbîn e

Li nazê dîlber û yarê sîfetḥorî ku min dîne

Bi vê se’yû sulûk û ta‘etê, saqî mexapîne

Were sofî musulman be, bi saqî secdeê bîne

Ku suret mezherê zat û sifatê ḥeq Te‘ala ye

 

Bike teqwîmê dil yekta be der sirr û ‘elanî da

Sebir kin ber cefayê dil, di vê seyra me‘anî da

Ji ne’leyna qedem derxe, di ‘işqa cewheranî da

Dilo ertê meke gazî, cewaba “len teranî” da

Ji ber fikrê di Musayê, dilê min Tûrê Sîna ye

 

Dilo ger te dibê carek, ji tenzîmatê ekwanî

Bikî seyrê di etwarê ḥeqîqet seyrê rûḥanî

‘Urûc kî tu li eflak û semayê ‘ilm û ‘irfanî

Bixwaze gewhera ‘işqê, bi terka emrê nefsanî

Eger cuz’ek ji me maye, yeqîn neqşê heyûla ye

 

Buhar e weqtê seyranê, ku nesrîn û gulê geş tên

Were ey ‘endelîbê dil, sedayê bulbulan xweş tên

Mebe meḥzûn çu Yusrî lew, perê mestaneê weş tên

Seḥer her ro li meyxanê, xerab û mest û serxweş tên

Mela ‘uzrê te meqbûl e, ku dîlber mahê sîma ye

 

 

سَنَا بَرْقَا تَجَلَّايِێ لِجَانُ و دِلْ عَكِسْ دَايَه

لِسَرْ شَمْعِێ صِفَتْ پَرْوَانَه مِنْ زَوْجَانُ و دِلْ دَايَه

ژِزَوْقَا بَادَه يَا جَامِێ هِشُ و عَقْلِێ مَه وُنْدَايَه

ژِنَشْآبَا دَه يَا سَاقِي دِلِێ مَجْرُوحِێ شَيْدَايَه

ژِشَوْقَا دِيتِنَا سَاقِي ضَمِيرُ و دِلْ مُجَلَّايَه

 

نَظَرْ جَارَكْ بِدَه صُۆفِي بِچَاڤِێ مِنْ كُو دُورْ بِينَه

لِنَازِ دِلْبَرُ و يَارِێ صِفَتْ حُورِي كُو مِنْ دِينَه

بِڤِێ سَعْيُ و سُلُوكُ و طَاعَتِێ سَاقِي مَه خَاپِينَه

وَرَه صُۆفِي مُسُلْمَان بَه بِسَاقِي سَجْدَه ئِێ بِينَه

كُو صُورَتْ مَظْهَرِێ ذَاتُ و صِفَاتِێ حَقْ تَاعَالَى يَه

 

بِڬكه تَقْوِيمِ دِلْ يَكْتَا بَه دَرْ سِرُّ و عَلَانِي دَا

صَبِرْ كِنْ بَرْ جَفَايِێ دِلْ دِڤِێ سَيْرَا مَعَانِي دَا

ژِنَعْلِينَا قَدَمْ دَرْخَه دِعِشْقَا جَوْهَرَاِني دَا

دِلُۆ اَرْتِێ مَكَه گَازِي جَوَابَا لَنْ تَرَانِي دَا

ژِبَرْ فِكْرِ دِمُوسَايِێ دِلِێ مِنْ طُورِ سِينَايَه

 

دِلُۆ گَرْتَه دِبِێ جَارَكْ ژِتَنْظِيمَا تِێ اَكْوَانِي

بِڬكي سَيرِێ دِاَطْوَارِێ حَقِيقَتْ سَيْرِێ ڕُوحَانِي

عُرُوجْكِي تُو لِاَفْلَاكُ و سَمَائِێ عِلْمُ و عِرْفَانِي

بِخَوازَه گَوْهَرَا عِشْقِێ بِتَرْكَا اَمْرِێ نَفْسَانِي

اَگَرْ جُزْئِكْ ژِمَه مَايَه يَقِينْ نَقْشِێ هَيُولَايَه

 

بُهَارَه وَقْتِێ سَيْرَانِێ كُو نَسْرِينُ و گُلِێ گَشْ تِێنْ

وَرَه اَيْ عَنْدَلِيبِێ دِلْ صَدَايِێ بُلْبُلَانْ خَوشْ تِێنْ

مَبَه مَحْزُونْ چِه "يُسْرِي" لَوْ پَرِي مَسْتَانَه ئِێ وَشْ تِێنْ

سَحَرْ هَرْ ڕۆ لِمَيْخَانِێ خَرَابُ و مَسْتُ و سَرْخَوشْ تِێنْ

"مَلَا" عُذْرِى تَه مَقْبُولَه كُو دِلْبَرْ مَاهِێ سِيمَا يَه

Ê Berê Kulîlka berfa sibatê: Malcolm X
Ê Li Pey