Hedîsên Pêğember (‘E.S)

Hedîsên Pêğember (‘E.S)

M. Tibyadî

 1— “Kesê bi desmêj têkeve nava nivînê xwe û razê, mîna ew kes bi roj rojî digre û bi şev jî îbadetê dike.”

 

2— “Mikafat û xelata mezin bi musîbetê mazin re ne. Ku Xweda ji civakekê (cemaetekê) hez bike, bela û musîbeta bi ser wan de tîne.”

 

3— “Hinek şiteğalî hene sêhrin. Hinek ‘İlim hene cehaletin. Hinek  şê‘r û helbest hene hikmetin. Û hinek peyv û gotin jî hene ji guhdara re barin.”

 

4— “SELÂM, navekî ji navê Xweda ye, daxistiye ser rûyê erdê,  ji ber vêna Selamê di nabêna xwe de belav bikin.”

 

5— “Bêgûman şeytan ji mirovên nimêjkar bêhêvî bûye. Bes di warê ku niqaşê têxe nabêna wan de bihêvîye.”

 

6— “Îblîs (yanî şeytan) zilamê xwe yê herî xurt dişîne cem wan dewlemend û zengînê ku malê xwe di riya Xweda de serf dikin.”

 

7— “Zarê Adem li hember qedexa ça’v birçiye.”

 

8— “Roja qiyametê însanên herî poşman, ewanê ku dînê xwe jibona dinya hinekî din firotine.”

 

9— “Qulpa Îslamê ya herî xurt, hezkirina jibo xweda û qehra jibona wî  ye.”

 

10— “Exlaqê xweş dişibihe  tava li cemedê dixe. Tav çawa cemedê dihelîne,  herwiha exlaqê xweş jî guneha dimehîne.”

 

11— “Xweda ji dewlemendê herî zulumkar, ji ixtîyarê cahil û ji feqîrê bikibir diqehire.”

 

12— “Xweda, dinyê dide mirovê ku niyeta wî axret e; lêbelê kesê niyeta wî dinya be axretê nadê.”

 

13— “Erd rojê heftê caran wiha gazî dike: Ey zaryê Adem! Tiştê hûn dixwazin heta hûn dikarin bixun! Ez bi Xweda sond dixum ezê jî goşt û çermê we bixum.”

 

14— “Çawa sitêrk şewqê didin xelqê erdê, malê zikir tê de tên kirin jî şewqê didine xelqê asîmana.”

 

15— “Kesê rêyek xêrê pêş însanan bike, mîna wî jî ew xêr kiribe.”

 


Ê Berê Mîsyoneran piştî qantînên zanîngehan nexweşxaneyan kirin mesken
Ê Li Pey IHO EBRAR alîkariyên xwe yên Remezanê didomîne

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.