MEYNENOŞÎ

MEYNENOŞÎ

Melayê CEZERÎ

Meynenoşî Şeyxê Sen‘anî ‘xelet

Ew neçû nêv Ermenistanê ‘xelet

 

Mislê Mûsa wî tecellaya te dî

Ê tu dî kanê xeta hanî ‘xelet

 

Wî nedî bejna te û dayê qiyas

‘Hîkmetê lew çûye burhanê ‘xelet

 

Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand

Wer ne Qeys naket beyanê ‘xelet

 

Wek Nişanî neqş û nîşanek te dî

Ê ku nîşanek te dî kanê ‘xelet

 

Ez giham ava ‘heyatê xef ji dil

Xudr-i vajî çûye ‘heywanê ‘xelet

 

Şahnûşînên nazikan zayi’ mekun

Da nebînî dil bi vê xanê ‘xelet

 

Ellah Ellah çerx û dolabê dinê

Nuqte qet nakit di dewranê ‘xelet

 

Roj û şeb her seyrê dîdara te tên

Nakirin ew dewr û seyranê ‘xelet

 

Hûn nebên meşşateyê xef daniye

Hemqeran kir xal û nîşanê ‘xelet

 

Dê bi ser canê me murwet da me êx

Bişkuwên benda girîbanê ‘xelet

 

Ser nebî ber kufrê zulfê  ‘aqîbet

Ez ditirsim lê ji îmanê ‘xelet

 

Pehniya vê çerx û dolabê dinê

Nisbeta erbabê ‘irfanê ‘xelet

 

Nusxeê ‘alem hemî  ‘unwanek e

Nuqteyek nabit di ‘unwanê ‘xelet

 

Qulzum û bayên muxalif tê pir in

Da nekelşîn darê sukkanê ‘xelet

 

Da bizanî pehlewanî mûyekê

Dest nedî lil-lahi mîzanê ‘xelet

 

Wê di destê min gula geş pir xûnav

‘Heyf-i bulbul çû gulistanê ‘xelet

 

Hê ji sehwa xameê bû werne min

Ev ‘xelet nakir di dîwanê ‘xelet

 

Wê li ser bejna te ev seywan veda

Wer ne nada roj-i seywanê ‘xelet

 

Geh dil û geh can dibin tirkên te tên

Nakirin ye‘xma û talanê ‘xelet

 

Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir

Teşneleb çû terfê  ‘Ummanê ‘xelet

 

Pîrê ‘hikmet bin li wifqa meşreban

Kes nedî mey rêhte fîncanê ‘xelet

 

Rast e yek qanûn seraser nîne tê

Xwehrî û pêçên perîşanî ‘xelet

 

Pakiteb’  û quwwetek mewzûn divêt

Da nedit sen‘et bi idmanê ‘xelet

 

Merdimên çehvên Melê ‘eksa xwe dî

 

Wek Nişanî ma li nîşanê ‘xelet


Ê Berê Zilma PKKê ya li Gêra Cafer û berxwedana destanî
Ê Li Pey Li Edenê bi e-postayên sexte di derheqê STKyên Îslamî de doz hat vekirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.