Ji Cemaata Hîzbullah li dijî îşxala siyonîst bangewazî

Ji Cemaata Hîzbullah li dijî îşxala siyonîst bangewazî

Cemaata Hîzbullah ji rejîma îşxalker a siyonîst re ji ber ku Mescîda Eqsayê girtiye bertekeke tund nîşan da û bang li temamê Mislimanan kir da ku temamê Mislimanan li her cihî berteka xwe nîşan bidin.

Weke ku tê zanîn rejîma îşxalker a siyonîst berî vê çend rojan têketin  û derketina Mescîda Eqsayê girtibû û li Mescîda Eqsayê kirina nimêja Înê asteng kiribû û her wiha di hewşa Mescîda Eqsayê de 3 ciwanên Filistînî şehîd kiribû. 

Ji ber van hewadîsan ji teref Buroya Çapemeniyê ya Cemaata Hîzbullah ve  ji siyonîst îsraîl re bertekek tund hat nîşandan û hat diyarkirin sedema wêrekbûna siyonîstan ‘ Ew perçebûn û tevlîheviya ku Misliman di nav de ne.’

Daxuyaniya ku ji teref Buroya Çapemeniyê ya Cemaata Hîzbullah ve hat weşandin bi 114emîn Ayeta Sûreta Baqarayê dest pê kir: “Ma ji wan kesên ku di malên Xwedê de zikirkirina navê Xwedê asteng dikin û  ji bo mizgeft xera û wêran bibin hewil didin zalimtir kî heye? Ew kes encax bi tirsê dikevin wan mzigeftan.  Ji bona wan li dinyayê rezîltî û li axretê jî  ezabeke pir şedîd heye!”

 “Divê Mislimana di nav wehdetê de hêzên xwe bikin yek û ji vê pê ve tû çare tuneye”

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin “Bêperwatiya rejîma îşxalê ya siyonîstan  gihaştiye asta  girtina Mescîda Eqsayê, astengkirina nimêja Înê û di hewşa mizgeftê de şehîdkirina xortan.Rejîma siyonîst vê cur’etê ji perçebûn û tevlîheviya ku Misliman di nav de ne distîne. Ev musîbetên ku tên jiyan divê ji temamê Mislimanan re bibin ders û ibret. Ji bo dawî li teşebûsên nemerd û rezîl bê anîn divê Misliman di nav wehdetê de hêzên xwe bikin yek û ji vê pê ve tû çare tuneye.”

 “Divê Misliman li her derî bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin”

Di berdewama daxuyaniyê de bang li temamê Mislimanan hat kirin da ku li her derî nerazîbûn û bertekên xwe li dijî rejîma îşxalker nîşan bidin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Em hêvî dikin ew roja ku ew ê tê de dar û kevir jî çeteyên sîyonîst di pey xwe veneşerin nêz be. Divê Misliman li her derî bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin û hewil bidin da ku dawî li îşxala sîyonîst bê anîn. Îşxalkerên siyonîst bila vê baş bizanibin; Ummeta Îslamê û  Mucahîdên Qehreman ên Îslamê ew ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe Mescîda Eqsayê û nirxên Îslamî biparêzin.”(ÎLKHA)


: http://ku.ilkha.com/haber/9581/ji-cemaata-hzbullah-li-dij-sxala-siyonst-bangewaz 


Ê Berê Dedektorên hesinan li têketina Mescîda Eqsayê hatin danîn
Ê Li Pey Divê dosya Başûrê Rojhilat a FETO bê vekirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.