“Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

“Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

STENBOL - Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta ku ew li welatên kendavê bike li balafirgehê derheqê êrîşên ku ji teref siyonîstan ve li Mescîda Eqsayê tên kirin de daxuyanî da.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyaretinan çû welatên kendavê. Serokkomar Erdogan berî ku birêkeve li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê di derheqê rojeva derve de nirxandinan kir. Erdogan di nirxandina ku derheqê Mescîda Eqsayê kir de destnîşan kir ‘Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye.’ “Dinyaya Îslamê nikare ji rencandina rûmeta Mislimanan re bêdeng bimîne” Serokkomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji wan êş û elemên ku li Sûrî, Iraq, Libya û Filistînê tên kişandin re her roj yeke nû tê zêdekirin ku ji vê yekê re Mescîda Eqsa mînak e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew bêperwaziya ku di van çend rojên dawî li hember Mescîda Eqsayê tên kirin alema Îslamê xemgîn û mehzûn dikin. Ew Harema Şerîf a li Qudsê ne tenê namûs û rûmeta Filistiniyan e; bi heman awayî namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ya ku ji 1,7 milyaran pêk tê ye. Dinyaya Îslamê nikare ji rencandina rûmeta Mislimanan re bêdeng bimîne.”(ÎLKHA)


Ê Berê “Quds dozeke ku temamê ummeta Îslamê eleqedar dike ye”
Ê Li Pey Di şoba kolerayê ya li Yemenê de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.