Balyozê Îngîlîz: Di pey darbê de Gulen heye, lê ew ne rêxistina terorê ye

Balyozê Îngîlîz: Di pey darbê de Gulen heye, lê ew ne rêxistina terorê ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Balyozê Tirkiyê yê Îngîlîstanê Rîchard Mooreyê ku ji CNN Turkê pirsên Hakan Çelîk bersivand derheqê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê û FETO de daxuyanî da.

Di bernamê de Hakan Çelîk ji Moorê pirsa ‘ Tirkiye di pey teeşbûsa darbeya 15ê Tîrmehê de FETO dibîne, gelo raya Îngîlîstanê jî wisa ye?’ pirs kir. Moore bi gotina ‘ Ew rêxistina Gulen wek ‘rêxistina terorê’ nabînin.’ Pirsa wî bersivand. Moore di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Lê ev yek ne muhîm e. Em bi şikleke baş dizanin ku di pey darbê de hareketa Gulen heye.” Moore di berdewama axavtina xwe de derheqê wesfandina ‘zilamê dewleta kûr a Îngîlîz’ a ku derheqê wî tê kirin de jî wiha got: “Kêda xelkê Tirk ji teoriyên komloyê gelek zêde tê. Em wek Îngîlîztanê naxwazin Tirkiyê dabeş bikin. Ev îddîayên beredayî ne. Tirkiyeke bi hêz li gor menfaata Îngîlsîtanê ye.”(ÎLKHA)


Ê Berê “Heqê Kurdan heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bidin”
Ê Li Pey “Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.