Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî çû rehma Xwedê

Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî çû rehma Xwedê

DIYARBEKIR - Hacîra Aysuya diya Yunus Aysuyê ku ev 17 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin di dema ameliyata anjîoyê de wefat kir.

Hat ragihandin Hacîra Aysuya(70) diya Yunus Aysuyê ku ev 17 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin ji ber ku damarên qelbên wê hatibûn girtin. Hacîra Aysu di dema ameliyata anjîoyê de wefat kir. Aysuya ku ev demek dirêj e nexweşiya wê ya qelbê hebû dema ku çû nexweşxanê hîn bû ku damarên qelbê wê xitimîne. Aysuya ku ji ber nexweşiya xwe ket ameliyatê di dema ameliyatê de qelbê wê sekinî û wefat kir. Cinazeya Hacîre Aysu piştî nimêja cinazê ya ku hat edakirin re li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Hewariya Aysu li Mala Hewariyê ya Huzurê tê qebûlkirin.(ÎLKHA)


Ê Berê Kesên ku malên wan ji ber îxtîmala hilweşînê hatine tahliyekirin li benda alîkariyê ne
Ê Li Pey Sernivîsa kovara Înzar a meha Tebaxê Di çaxa îro de tahlûkeyek Mezin: Xurufandina exlaq

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.