Sernivîsa kovara Înzar a meha Tebaxê Di çaxa îro de tahlûkeyek Mezin: Xurufandina exlaq

Sernivîsa kovara Înzar a meha Tebaxê Di çaxa îro de tahlûkeyek Mezin: Xurufandina exlaq

“Ey ewên ku îman bi Xweda û Resûlê wî anîn e! Hûn li xwe mêzekin. Piştî ku hûn di rêya rast de meşiyan ewên ku ji rê derketine wê nikaribin we ji rê derxin û xisarê bide we. Vegera we hemûyan di nîhayetê de dîsa bi bal Xweda ve ye. Ew jî we çi kiriye wê haya we jê bike.” (Maîde 105)

“Rewşa min û ya we, dişibe rewşa wî însanê ku; agir pêdixe û wexta li dorê kêzik û perwane dizîvire hewl dide wan ji wir biqewirîne da ku di nava êgir wer nebin. Ez jî we ji agir diparêzim feqet hûn jî hewl didin ji destê min xelas bibin û têkevin agir.” (Bûharî Muslim, Tîrmîzî)

Di dirêjahiya dîrokê de muslimana, car car dewr û zemanên gelek zor û zahmet derbas kirine. Encax di roja me ya îro de ev zor û zehmetî gihaştiye zîrweyê û di nava muslimanan de xurufandinê rû da ye. Ev rewşa han gelek sal û demên dirêj berdewam kiriye. Sebebê dirêj berdewam kiriye jî: hessasiyetên Îslamî di nava muslimanan de kêm bûye, mesûliyeta xwe ya Îslamî pêk neaîne û terze jiyaneke li gor nefsê qebûl kirine.

Dibe ku herkes sebeb û netîceya vê rewşê zanibin. Encax em, li dijî vê rewşa xerab sistbûn, paşguh kirin û dûrketina ji xizmetê û dozê li ser xwe qebûl nakin. Dîsa em bawer dikin ku hemû muslimanên xwedî hest û raman û hessasiyet jî hewceye vê rewşê li ser xwe qebûl nekin. Ji me tu kes nabe ku ji vê rewşê re bê ‘eleqe bimîn in, îhmalkar tevbiger in û ji vê yekê re bê xîret bimîn in. Li dijî vê xurufandin û cehaletê, em nikarin weke ku tiştek nebûbe û normal be tevbigerin. Divê em jibîr nekin ku wê Xweda hesabê vê rewşa han ji me bipirse. Xweda ne muhtacê me ye. Heger em wezîfeya xwe ya ‘evdîtiyê bicîneynin, wê Xweda vî dî wasîteya hin kesên din li ser piya bihêle, wê hin kesên wekî din bi vê yekê muşerref bibin.

Belê, em musliman tawîz nedayina ji helwesta xwe ya Îslamî, wek esas hilanîna Qur’an, Sunnet û rêya Selefê Salihîn û wek ferd û uzwekî civaka Îslamî yek ji lutf û kerema Xwedayê Te’ala ye. Di wextekî ku tê de dunyaperestî lê tê ferz û inyatkirin, dijmin û neyarê Îslamê bi gelek rêyên cûda bi rûmeta muslimana dileyizin, darbeyê lêdidin û di wextekî wiha zor û zehmet de ku hewl tê dayin ku Îslamê li cîhanê bêtesîr bikin de li ser me ferze ku em xet-çizgî ya Îslamê muhafeze bikin (biparêzin). Ji bilî vê yekê em her yek, ji ferdên malbata xwe mesûlin ku divê ji her cûre şer û xerabiyan wan biparêzin. Divê em li ferdên malbata xwe miqatebin, wan taqîb bikin, bişopînin û bala xwe bidin hal û tevgera wan.

 

Jiyana Îslamî û di vê rêya de kirina xizmetê bes tenê bi peyz û ziman naçe serî û çênabe. Heyat û jiyana Îslamî; sabît mayîna di hundur ew sînor û çarçoveya ku ji teref Xweda û Resûlê wî ve hatiye nîşan kirin li ser me hewce dike. Divê hewl û xîret bê dayîn da ku hemû ferdên malbatê jî li gor vê wezn û çarçovê tevbigere û di vî sînorî de sabît bimînin. Hewce û lazime ku em li heval û der û dora zarokên xwe çi ê mektebê, çi îş û kar û her wiha wekî din, em lê miqatebin û jê emîn-ewle bin ku ew xwediyê heval û der û dorek saxlem û qenc in.

Civak ji hêla xurufandinê ve ketiye ast û dereceyek gelekî tahlûke. Ew qasî ev tahlûke mezin û berfireh bûye ku ji me her yek ya bi vê tahlûkeyê re rû bi rû maye û ya jî ketiye nav û di nav de vedigevizin. Heger em daîma xwe di muhasebeyê re derbas nekin, hevdû îqaz û hişyar nekin û li hevdû xwedî dernekevin, tê maneya ku hem li dinyayê û hem jî li exratê em bi xusraneke gelek mezin re hatinin rû hev.

Ji herkesî bêhtir divê em xwe mesûl qebûl bikin û ji tecrube û ilmê xwe îstîfade bikin û li hember vê xurufandina exlaq û civakê mucadele bikin. Mesûliyeta ku me hilgirtiye ji me gelek xizmetan hêvî dike.

Em wek ferd û malbatî çi li malê, çi li kuçê, li mektebê û li ser kar û îş, divê em bi baldar xwe ji xurufandina exlaq dûr bikin, biparêzin. Ger em vê mucadelê di şexsê xwe de, di malbata xwe de bi serkeftî bibin serî, bawer bikin ku emê di kesên em pê re di îrtîbatê de ne jî serkeftî bibin serî. Divê em vê mucadeleya xwe ya li hember xurufandina exlaq, bêyî westiyabûn, betlandin, bi sebr û şefqet û bi qerar berdewam bikin. Wê demê wê eşkere xuya bike ku di şexsê civak, nas û dostan de jî di vê rewşê de serkeftî bûnin. Di vê mijarê de ji bo me weadê Xweda û mizgîna pêxember heye. Ger em ji bo wî bin ewê jî ji bo me be. Wê rêyekê bi ber me bixe û wê nîmetên li ser zêde bike.

Birayênme, ji bo xwedîtiya li doza Îslamê, ji bo berdewamiya helwesta xwe ya Îsamî û jiyanek bi muslumantî bajon gelek bedêlên giran dan. Şehîd ketin. Rastî gelek zahmetiyan hatin, bi meşaqetên dijwar û giran re hatin rû hev. Bi tiştên neçopeço hatin îtham kirin, demeke dirêj marûzî derew û îftira bûn.

Di ew zîndanên ku sînorê tehemulê derbas dikin de ‘umur borandin, bûn mehkûmê heps û zîndanan. Bi salan li xerîb û xurbetiyê bû mahcir û ji hîcretê re mecbûr hatin hiştin. Dûrketina ji ewlad û ‘elayan deynin rexekî bi salan salox û xeber jê hilnanîn. Xwedê dayin û welidîna zarokên xwe, ê eqrebayên xwe, nexweşiyên wan hetta mirina wan derng dereng piştî çend sal şûnde dibihîstin. Îcar ewên ku evana bi serê wan de hat û kesên li pey şopa wan diçin, li wan ferze ku li hember vê xurufandina exlaqî ku îro civak heta qirikê tê de xerq bûye mucadele bikin û ji helwest û tewra xwe ya Îslamî qethiyen tawîzê nedin. Ji bo heyat û jiyanek Îslamî gelekî xîret bikin.

Divê em bergiyê li ber wan kesên ku bi hinek bihane û hincetên pûç xwe û ferdên malbata xwe dixin şiklekî cûda, li pey hinek şîroveyên qaşo bi îddîaya Îslamî derketiye ve tên kaş kirin bergiyê li ber wan bigrin. Em vê yekê ji bîr nekin ku hinek kesayetên demên borî de ji bo doza Îslamê ked û xizmet kirine jî di nava vê rewşê de ne û em ji vê tahlûkeyê xafil nemînin. Hewceye em li dijî vê tahlûkeya sînsî belav dibe gelekî çav vekirî û miqatebin.

Wexta em vê rewşê îzah dikin an jî Îslama ‘ezîz teblîx dikin, heta ku mumkûn be divê zimanekî xwe bikarbînin û însanan ji xwe aciz nekin. Feqet di oxira rastî û heqîqet gihandinê de welew ku jê aciz bibin jî divê em bi sebr û qerara wezîfeya berdewam bikin. Di hinek ciyan de divê em mizgînê bidin wan, hêvî û umîdê bi wan re pêk bînin û hinek ciyan de jî em wan bitirsînin. Feqet em pêşiyê li xurufandinê bigrin û bergiyê li ber ji ‘eslê xwe dûrketinê venekin.

Divê em heyat û jiyana xwe li gor Îslamê serast bikin û ya herî qenc kîjan be em wê bikin. Hewceye em di mijara xwe parastina ji guneh û xerabiyan de ji yên derdora xwe re bibin xweş mîsal. Di roja me ya îro de ku şert û mercên dinayayê tim diguhere de, bi ‘emelên xwe yên salih rê nedin xurufandin û em ê înşaEllah, bi îzn û quweta Xwedê pêşî û bergiyê li ber bigrin.

Rebbê ‘alemê, me û birayên me di oxira dînê xwe yê ‘ezîz de serkeftî û serfîraz bike. Jiyanek bes li gor çarçoveya qezenca riza Îlahî bike nisîb û me di vê rê de muvaffaq bike. Wey amîn.

Emanetê Xweda bin.

 

 

 

 


Ê Berê Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî çû rehma Xwedê
Ê Li Pey Hafiza dewletê ji wan belgeyên ku ji teref memûrên endamên FETO ve hatine nivîsîn pêk tê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.