“Temamê qadên ku dikevin nava sînorên dîn di qada eleqê yê Diyanetê de ne”

“Temamê qadên ku dikevin nava sînorên dîn di qada eleqê yê Diyanetê de ne”

RİHA - Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Cemal Çinar derheqê rayeya birîna mehrê ya ji teref miftîyan ve der nirxandinan kir diyar kir ev qerarek rast û di cihê wê de ye.

Weke ku tê zanîn bi verastkirina nû ya ku tê kirin ew ê ji mifîttiyên navçê û bajêr re rayeya mehrbirînê bê dayîn. Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Cemal Çinar derheqê rayeya birîna mehrê ya ji teref miftîyan ve der nirxandinan kir diyar kir ev qerarek rast û di cihê wê de ye. Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e esil ew mehra ku dê miftî bibirin wek mehra meşrû û esil bê qebûlkirin ku ev yek him ji hêla Îslamî ve û him jî ji hêla azadî û mafên însanan ve meseleyeke girîng e. Çinar diyar kir li ser xelkeke ku Misliman be ferzkirina laîktiyê zilm e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temamê qadên ku dikevin nava sînorên dîn di qada eleqê yê Diyanetê de ne. Divê diyanet di her qada ku wî eleqedar dike de wezîfeya xwe bi cî bîne, gotine raye û heqeke diyanetê wisa tuneye xeletiyeke mezin e. Divê ew derdor ji ser xeletiya xwe vegerin û dev ji wan sepanên ku li dijî xelk û dîn in berdin. Nîkah bi temamî ji teref dîn ve hatiye emirkirin. Dînê Îslamê zewaca ku berî birîna mehrê tê kirin meşrû nabîne û şert û mercên nîkaha sehîh jî ji teref dînê Îslamê ve hatine diyarkirin.”(ÎLKHA)


Ê Berê Kêf û şahiya zarokên ku nimêjê hîn dibin
Ê Li Pey “Genimên me di destê me de man”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.