“Ji nav we yê herî bi xêr-qenc ew kes e ku Quranê dixwîne û xwendinê hînî dike”

“Ji nav we yê herî bi xêr-qenc ew kes e ku Quranê dixwîne û xwendinê hînî dike”

Li gundê Zivingê ya girêdayê Kerborana navçeya Mêrdînê, bi sedan xwendekarên ku beşdarê qursên Quranê ku di 12ê Hezîranê de hatibû dest pê kirin bûbûn, kêfxweşiya hînbûna Quranê dijîn.

Li camiya gundê Zivingê ya bi ser navçeya Kerboranê ve ye bi salan e dersa Qurana Kerîm û ilmên Îslamî tê de tên dayin. Nêzî 200 xwendekarê keç û kur kêfxweşî û bextewariya hîn bûna xwendina Quranê dijîn.

Ji mamosteyê qursê Huseyîn Ozdemîr, îfade kir ku ji xwe re hedîsa Hz. Mûhemmed (s.x.l) a ku divê “Ji nav we yê herî bi xêr-qenc ew kes e ku Quranê dixweyne û hînî xwendinê dike” kiriye distûr û bi salan e perwerdeya Îslamî û dersa Quranê didin zarokê gund.

Ozdemîr, derbarê mijarê de wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eger em dixwazin li ba Xwedê bi qîmet bin divê em Quranê hîn bibin û pêwiste em zarokên xwe jî hînî Quranê bikin. Weke çawa em li perwerdeya wan a mektebê miqatenin divê em bi heman awayî hetta bêhtir li perwerdeya Quranê ya zarokênxwe jî miqatebin. Lewra em herkes ji zarokên xwe mesûlin. Xwedayê Teala muheqeq wê hesabê zarokan ji me bipirse.”

Ji xwendekarên beşdarî qursê bûnin Abdûrrakîp Ozdemîr, Cebraîl Verîm û Ersîn Arslan jî, ji ber ku ew hatine mizgeftê û dînê xwe ‘elimîn in gelekî kêfxweş û bextewarin û tewsiye li hevsalên xwe jî kir ku ew jî herin camî û mizgeftan û dînê xwe hîm bibin. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/9747/ji-nav-we-y-her-bi-xr-qenc-ew-kes-e-ku-quran-dixwne-xwendin-hn-dike 


Ê Berê “Ev ava bi şîfa li bajarekî din yê Anadolê bana wê her îmkan jê re amade kiribana”
Ê Li Pey Li Amerîkayê ji nîjadperestan xwepêşanên tundrewiyê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.