Li Amerîkayê ji nîjadperestan xwepêşanên tundrewiyê

Li Amerîkayê ji nîjadperestan xwepêşanên tundrewiyê

NAVENDA NÛÇEYAN - Di xwepêşanên ku li Amerîkayê ji teref nîjadperestan ve hat lidarxistin de kesek mir û di encama ketina helîkopterê de 2 polês mirin. Li heremê rewşa awarte hat îlankirin.

Li Charlottesvîlleya bajêra ku girêdatê Vîrgînîaya Amerîkayê ye piştî ku peykera General Robert E. Lee yê ku di herba navxweyî ya Amerîkayê de koletiyê diparast hat rakirin re xwepêşanên nîjadperest ên tundrewî dest pê kirin. Di dema xwepêşanên nîjadperestan de di navbera kesên nîjadperest û dijberên wan de rageşî derket. Di dema xwepêşanan de kesekî ku nasnameya wî nediyare erebê ajot ser pêşandaran, di encama bûyerê de kesek mir. Ji ber bûyerên ku pêk hatin Waliyê Vîrgînîayê rewşa awarte îlan kir. Her wiha hat ragihandin helîkoptera polêsan a ku li herema xwepêşana erkdar bû ket, di encama ketinê de 2 polês mirin.(ÎLKHA)


Ê Berê “Ji nav we yê herî bi xêr-qenc ew kes e ku Quranê dixwîne û xwendinê hînî dike”
Ê Li Pey Li axên pîroz 31 kes jiyana xwe ji dest dan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.