Ev du roj in ku lawê xwe yê ku winda bûye digerin

Ev du roj in ku lawê xwe yê ku winda bûye digerin

DIYARBEKIR - Li Diyarbekirê ev 2 roj in ku ji Yasîn Yildizê 13 salî xeber nayê standin.

Li Hêneya Diyarbekirê malbata Yasîn Yildizê 13 salî yê ku piştî ku ji malê derket nema xeber jê hat standin bang li rayedaran kirin û xwestin lawê wan bê dîtin. Yasîn Yildizê 13 salî yê ku li Gurbuza Hênê dijî doh demê şeveqê ji malê derket û êdî nema jê xeber hat girtin. Digel ku malbat li her derî lê geriyabe jî qet xeber jê negirt. Malbat derheqê jiyana lawê xwe de bifikar e. Bav Abdulhalîm Yildiz derheqê lawê xwe de diyar kir ti mişkîleya lawê wî tunebû û di halê xwe de. Bav Yildiz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li Gurbuza Hênê rûdinin. Lawê min roja înê ji medresê hat malê. Rojekî li malê ma û roja yekşemê vegeriya Diyarbekirê. Ji medresê li min geriyan û gotin ku lawê te nehatiye medresê. Ez jî heta êvarî sekinîm, min ji xwe re got dibe ku li derekê lebikîbe. Dû re ez çûmê qereqola Hênê. Dû re jî min lawê xwe yê mezin şand buroya zarokan a li Diyarbekirê û serîlêdana windabûnê kir. Polêsan gotin ku em ê lê bigerin.” “Ti mişkîleya wî tunebû” Yildiz di berdewama axavtina xwe de diyar ji bo riza Xwedê kesên ku lawê wî dîtin bila xeberê bidin polêsan û dû re wiha got: “ Ji bo Xwedê kesên ku lawê min dîtin an bila xeberê bidin me yan jî bila li polêsan bigerin. Exlaqê lawê min baş bû û bi dilê xwe diçû medresê, ti mişkîleyên wî tunebûn. Em li pey meselê ketin, şofêr ji me re got ku lawê te li rawestgeha 'Huzurevleri Cami Köşesi' ya Kayapinara Diyarbekirê peya bûye. Me li kamereyên li wê derê dît ku ji otobusê peya dibe û ji ser rêjorê derbas dibe û dû re ji ber kamerayan winda dibe. Êdî em nizanin aqibeta wî çi ye.” Dê Gullu Yildiz jî derheqê lawê xwe de diyar kir ew ji jiyana lawê xwe endîlşe dikin.(ÎLKHA)


Ê Berê Yalçin: Em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin
Ê Li Pey “Bi sedhezaran ton zebeş û petêx tên avêtin çopê”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.