Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

MÊRDÎN - Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Hat ragihandin li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan û tê diyarkirin dê ji teref PKK/PYDyiyan ve di veguhastina kadro, çek û muhîmat de hatibana bikaranîn hat dîtin. Hat diyarkirin dirêjahiya tunelê 40 metro ye û xelas nebûye. Walîtiya Mêrdînê jî bi daxuyaniya ku derheqê mijarê de belav kir dîtina tunelê tesdîq kir. Her weke ku dê bê bîran li heman navçê di sala 2016 û 2017an de jî 2 tunelên dirêj ên ku bi rexê Sûrî de hatibûn vedan hatibûn dîtin.(ÎLKHA)


Ê Berê 18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye
Ê Li Pey “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.