Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek

Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek

ENTAB - Li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin.

Weke ku tê zanîn van pêlan li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin ku ev konser û mihrîcan li dijî nirxên manewî, bawerî, çand û orfên xelkê ne. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin, bereks divê bi veberhînanê bê xerc û mesrefkirin. Rojnameger-Nivîskar Hamza Mercanogluyê ku derheqê mijarê de hest û ramanên xwe anî zimên destnîşan kir ew mihrîcanên ku bo kêfê tên kirin tiştekî baş nînin, divê ev cûr bername li gor bawerî, çand, orf û kevneşopiya xelkê lihevhatî be û li gor wan be. Mercanoglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi şiklekek nîvtazî konser tên dayîn, ev yek nebaş û ne dirist e. Bi rastî jî ev konserên ku li gelek derên Tirkiyê tên dayîn û mihrîcanên ku tên tertîpkirin li dijî nirxên manewî, bawerî, çand û orfên xelkê ne ku ev yek jî bi destên şaredariyan tên kirin. Çend welatî jî bertekên xwe wisa nîşan dan: Mistefa Ademoglu: “Çima ev qas mesref tê kirin, bila ev pere ji feqîran re bê dayîn.” Ahmet Zulfu Bariş: “ Di pêvajoyeke ku tê de gelek mişkîle rû dane de ji organîzasyonên wisa re hewce tuneye.” Mehmet Yilmaz: “Mişkîle û problemên hilberînerên fistiqan nayênin zimên.” Mehmet Polar: “ Bi van organîzasyonên ku tê tertîpkirin û bi van hûnermendan tu maneya nasandina fistiqan tuneye.” Halîs Kiliç “Ev bernameyên jin û mêr tevlîhev dibin sedema xerabûna exlaqê.”(ÎLKHA)


Ê Berê Li Wêranşarê ÎHA ket
Ê Li Pey Kerwana Ûmudê li Sêrtê ji malbatên feqîr re alîkarî kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.