Serokkomar Erdogan: Dinya ji Myanmarê re ker û lal e

Serokkomar Erdogan: Dinya ji Myanmarê re ker û lal e

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan derheqê qetlîamên li Myanmarê de destnîşan kir ‘Dinya ji wan qetlîamên ku Myanmarê tên kirin ker û lal bûye.’

Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku doh êvarî di bernameya televîzyonê ya ku beşdarî bû de derheqê qetlîamên ku li Myanmarê tên kirin de destnîşan kir divê li dijî wan qetlîamên ku tên kirin bedeng neyê mayîn û dû re wiha got: “Mixabin Myanmar, Arakan… Ez û pîreka min em tev de çûbûn Arakanê û me bi rayedaran re hevdîtin kiribû. Me digel Neteweyên Yekbûyî jî pêvajoyê şopand.Lê belê dinya ji Myanmarê re bûye ker û lal. Ev bûyera dawî jî gelek nebaş û pîs e. Em hîn bûn ku gavin hatine avêtin ku ev gav bûne sedema mirina nêzî 3 hezar însanan. Em vê bi şikleke tund şermezar dikin.”(ÎLKHA)

: http://ku.ilkha.com/haber/9861/serokkomar-erdogan-dinya-ji-myanmar-re-ker-lal-e 


Ê Berê Yûsufiyê ku nikaribû beşdarî dawata xwe bibe: Em berata xwe ji Xwedê hêvî dikin
Ê Li Pey "Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û sûc in"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.