PKK li Telebyadê pîrozbahiyên eydê asteng kir

PKK li Telebyadê pîrozbahiyên eydê asteng kir

NAVENDA NÛÇEYAN - PYD/YPGyê ku niçikê PKK ye, li Telebyadê kirina nimêja eydê asteng kir.

Hat ragihandin li Telebyada ku cînarê sînorê ye PYD/YPGyê ku niçik û şaxê PKKyê ye kirin nimêja eydê asteng kir. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine wergirtin li Telebyada ku exlebeya nifûsa wê Ereb in PYD/YPG nehişt ku ji hoporlorên camiyê azana şerfî bê xwendin û tekbîrên teşrîkê bên anîn. YPG/PYDya ku li heman warî ango li Telebyadê nehişt xelkê Misliman nimêja eydê eda bike bi vê helwesta xwe dijmintiya xwe ya Îslamê cardin nîşan da. Çavkaniyên mehelî diyar kirin ji roja ku YPG/PYD Telebyadê îşxal kiriye vir ve pîrozbahiyên eydê asteng dike. Berî niha dema ku azana şerîf li Telebyadê dihat xwendin dengê azanê ji Akçakaleyê dihat bihîstin.(ÎLKHA)


Ê Berê Kerwana Umûdê dê di vê eydê de jî ji kesên muxtac û feqîr re bibe alîkar
Ê Li Pey Ji Yapicioglu peyama Eyda Qurbanê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.