“Heta ku Yasîn bibin qurban ew ê xewa zaliman li wan heram bibe”

“Heta ku Yasîn bibin qurban ew ê xewa zaliman li wan heram bibe”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yimaz qebrên Yasîn Boru û hevalên wî û yê Aytaç Baranê ku ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin ziyaret kir.

Yasîn Boru û hevalên wî û Aytaç Baranê Serokê Yenî Îhya-Derê yên ku ji teref PKKyiyan  ve bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin li ber serê qebrên xwe ji teref naskirî  û dost û hevalên xwe ve hatin yadkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û heyeta pê re jî beşdarî ziyareta qebran bûn.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yimaz piştî ziyareta qebran  destnîşan kir ew Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî bi xêrê yad dikin û li gelek derên cografyaya Îslamê dîsa Yasîn şehîd dibin.

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro bi hezaran kesên ku hezkiriyên wan in ji bo Fatîhayekê bixwînin û bo wan yad bikin li vê derê kom bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta ku Yasîn bibin qurban ew ê xewna zaliman li wan biherime û e ew ê zalim rihat nerazin. Li her derên ku lê zalim, zilm û kafir hebin ew ê elbet kesên mezlûm, mustezaf  li vê dozê xwedî  derkevin û dozê li erdê nehêlin. Li cihên ku lê feqîr, muxtac û birçî hebin ew ê li wê derê di her dewrê de Yasîn derkevin û ew ê parçeyek be jî goşt bidin wan. Dibe ku ew kesên goştên qurbanan belav bikin şehîd bibin, lê belê ew ê misyon berdewam bike.Bila şipha tu kesî ji vê yekê tunebe. Bes ku em wan ji bîr nekin û bes ku xwedî li vê dozê derkevin û xwedî li vê misyonê jî derkevin. Di her Eyda Qurbanê de em bibêjin em Yasîn in û goştê qurbanên ku hatine serjêkirin belav bikin û wan kesên feqîr û muxtac bêalîkar nehêlin.”

Yilmaz di dawiy axavtina xwe de qala zilm û tehdayiya ku li Mynamarê ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve tên kirin kir û diyar kir “Mislimanên  li Arakanê bi xwe dibin qurban.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/9896/heta-ku-yasn-bibin-qurban-ew-xewa-zaliman-li-wan-heram-bibe 


Ê Berê Yetîm-Dera Ewrûpayê ji Mislimanên Arakanî re alîkarî kir
Ê Li Pey Divê demildest rêya darizandina ji nû ve bê vekirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.