Navê Yasîn Boru dê li Bucayê bê jiyandin

Navê Yasîn Boru dê li Bucayê bê jiyandin

ÎZMÎR - Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku li Bucaya Îzmîrê xîtabî xelkê kir destnîşan kir ew ê navê Yasîn Boru li navenda werzîşê ya Bucayê bê dayîn.

Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo ziyaretinan çû Bucaya navçeya Îzmîrê û beşdarî merasîma avêtina temelê bû. Dû re jî xîtabî xelkê kir. “Ew ê navê Yasîn Boruyê ku di ciwaniya xwe de hat qetilkirin dê li Bucayê bijî” Yildirim di axavtina xwe ya ku li Bucayê kir de destnîşan kir ew ê navê Yasîn Boru li navenda ciwaniyê bê dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê demeke şûn de vekirina navenda ciwaniyê ya ku hûn li kêlekê dibînin bikin. Ew ê navê wê bibin Navenda Ciwaniyê yê Yasîn Boru. Ma hûn dizanin Yasîn Boru kî ye? Ewladê me yê xort ê 16 salî weke îro tê bîra me ku ji teref rêxistina terorê PKKyê ku alçaq e ve bi şikleke hovane û wehşiyane hat qetilkirin. Ew ê navê Yasîn Boruyê ku di ciwaniya xwe de hat qetilkirin li Bucayê bijî.”(ÎLKHA)


Ê Berê “Welatên Îslamê pêwîst e ku hêzên xwe yên eskerî û îqtîsadî bikin seferber”
Ê Li Pey Mamosteyê ku tayîna wî dernayê hamaltiyê dike

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.