Ji bo Arakaniyên ku hatin qetilkirin nimêja xiyabî ya cinazê hat edakirin

Ji bo Arakaniyên ku hatin qetilkirin nimêja xiyabî ya cinazê hat edakirin

Li Rihayê bo Arakaniyên ku li Arakanê ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst ve hatine qetilkirin nimêja xiyabî ya cinazê hat edakirin.

Ji teref Komeleya Îmam Xatîbiyan li Rihayê bo bo Arakaniyên ku li Arakanê ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst ve hatine qetilkirin nimêja xiyabî ya cinazê hat edakirin. Piştî nimêjê li ser navê komelê ji teref Îbrahîm Xelîl Şeker ve metna daxuyaniya  çapemeniyê hat xwendin.

Şeker di destpêka daxuyaniya çapemeniyê de qala zilm, tehdayî û qetlîamên ku li hember Mislimanan tên kirin kir û balan kişand li ser sedemên van tiştan.

Şeker di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ji sala 1942an vir li ber çavên dinyayê  Mislimanên Arakanî tên qetilkirin û dû re wiha got: “ Mal û war, mizgeft û medreseyên Mislimanên Arakanî hatine şewitandin û talankirin, wan dane koçkirin û berê wan dane kampan û gelek ji wan di rêya koçê de di avê de jiyana xwe ji dest dane  û gelek ji wan jî bi şikleke wehşiyane û hovane hatine qetilkirin. Her wisa dîsa Mislimanên Arakanî ji gelek heq û mafên însanî hatine mehrûmhiştin. Di van bûyerên ku herî dawî li Burmayê rû dane zêdetirî hezar Mislimanên Arakanî hatine qetilkirin û zêdetirî 90 hezar Misliman jî war û welatên xwe ji naçarî terk kirine.

Şeker di berdewama daxuyaniya ku xwend de bang li raya giştî, Teşkîlata Hevkariya Îslamî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên însanan kir da ku demildest pêşiya wê qetlîama ku li Arakanê ji teref çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê ve tên kirin bê girtin.

Şeker her wiha diyar kir ew her tim bo alîkariyê amade ne û ew ji welatên Îslamê teleb dikin ku li birayên xwe yên Arakanî xwedî derkevin.(ÎLKHA)


Ê Berê Cotkarên Êlihî ji ber kêmbûna randimana garis nekêfxweş in
Ê Li Pey Li Sûrûçê Ji “Ava Binî” Re Bertek

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.