Li Sûrûçê Ji “Ava Binî” Re Bertek

Li Sûrûçê Ji “Ava Binî” Re Bertek

Heyetek ji teşkîlata huda parê ya sûrûça navçeya rihayê, gundiyên ku ji ber bilindbûna ava binî xanî, rê û kolanên wan nayê bikaranîn ziyaret kir. Heyeta huda parê ji bo pirsgirêk bê çareserkirin bangewazî li rayedaran kir.

Li Sûrûça navçeya Rihayê ji ber ku ava binî bilindbûye xanî, rê û kolanên gundan nayê bikaranîn gundiyan ji rewşî re bertek û tepkî nişan dan.

Di plana eylema projeya Bajûrê Rojhilata Enedoliyê de piştî avê berdan qenala û şûnda ji ber ku ava binî bilind bûye Hemwelatiyên li gundên girêdaye Sûrûça navçeya Rihayê yên wek Uçpinar, Ekîle, Boztepe Karakoyûn û Akoren mexdûr kirin.

Hemwelatiyên ku rê û kollanên wan ketiye bin avê û xanî û erdê wan zirar dîtiye, ji zarokên ku dikevin ava li ser rê kombûye jî endîşeyê dikin.

Jê pê ve, gundiyan îfade kirin ku ji ber kombûna ava li ser rê ji nexweşiyên şewbê re jî dawetiyê derdixe û destnîşan kirin ku gavek berî gavekê ji vê pirsgirêkê re çareser were dîtin.

Ahmet Yilmazoglûyê alîkarê serokê Huda Parê yê Sûrûça navçeya Rihayê derbarê rewşê de îfade kir ku li temamê Sûrûçê gûndin ku ava avdaniyê lê derbastibe pirsgirêkên mezin lê dijîn û ji bo vê pirsgirêkê bê çareserkirin divê gavek berî gavekê çareser bê dîtin. (Kelhaamed)


Ê Berê Ji bo Arakaniyên ku hatin qetilkirin nimêja xiyabî ya cinazê hat edakirin
Ê Li Pey Bi zarokên Sûriyeyî parsekiyê dike

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.