Sivîlên ku li Mûsûlê hatine qetil kirin

Sivîlên ku li Mûsûlê hatine qetil kirin

Li bajarê Mûsila Iraqê li hêla rojavayê di bin enqazên ku bi sebeba herbê çûbûye de cesedên 2 hezar 650 sivîl hate derxistin.

Ji bo derxistina Mûsilê ji destê Îşîdê di encama êrîşên hewane ya koalîsyonê yê bê hedef bi hezaran sivîl hatin qetil kirin.

Mudûrê sihetê yê Mûsilê Lûveys Hebabe di derbarê Qetlîamên sivîlan de beyanat da. Hebabe di beyanata xwe de weha got: li Mûsila Bajarê Iraqê hetanî niha cesedê 2 hezar û 650 sivîl hate derxistin.

Hebab di berdewama axaftina xwe de weha got: "ji Gelek cesedan li rojavayê Mûsilê dibin enqazande hate derxistin. Xebatên derxistina cesedan di 10ê tîrmehê de dest pêkiribû. Cesedên ku hetanî niha hatiye derxistin bi temamî hatine qeyt kirin.

ji bo derxistina cesedan xebatkar gelek hindikin û bi rastê di vê mijarêde kêmasiyên me gelek zêde ne. Ji ber tunebûna xebatkaran em gelekî şelpeze dibin û bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin.

Li aliyê din Abdûllahadî Abbasî yê ku di artêşa Iraqê de Wezîfedare di derbarê rizgarkirina Mûsilêde weha got: vaye 2 mehe ji ser rizgarkirina mûsilê ji destê daeşê derbas bûye. Ketina hundirê mûsilê qedexeye. Qedexebûn hetanî temîzkirina mûsilê ji cesedan wê berdewam bike. Wê çaxê xelkê me dikarin vegerin welatên xwe. (kelhaamed)


Ê Berê Li ber temsîlkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Tahranê protestoya Myanmarê
Ê Li Pey Şofêrê Tiran qontak girtin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.