Şofêrê Tiran qontak girtin

Şofêrê Tiran qontak girtin

Şofêrên tiran ên ku li mêrdînê veguhastina navneteweyî dikin destnîşan kirin ew 20 dolara ku li serê tonekî distînin ji teref fîrma û nakliyevanan ve hatiye daxistin 13 dolaran û ji ber vê yekê xwepêşan lidar xistin.

Şofêrên TIRan ên ku li Mêrdînê veguhastina navneteweyî dikin destnîşan kirin ew 20 dolara ku li serê tonekî distînin ji teref fîrma û nakliyevanan ve hatiye daxistin 13 dolaran û ji ber vê yekê xwepêşan lidar xistin.

Bi dehan şofêrên TIRan ên ku bi şikleke organîzebûyî li hev civiyan li ber Midûrtiya Gumrukê bo demekî qontakên TIRên xwe girtin. Şofêrên ku tu tiştî bi dest nexistin piştî demekê ji xwe ve belav bûn.

Hamdullah Ortaçê şofêrê TIRê ye derheqê mijarê de diyar kir derdê wan ev e ku li serê tonê 7 dolar ji heqên wan hatiye daxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em mecbûr in ku bixebitin, naxwe ew ê zarokên me perîşan bibin. Me sewqî rêyên din dikin. Wek rêya qeçaxçitiyê.Berî vê heftiyekê ew kirêya ku 20 dolaran dinivîsand îro 13 dolarana dinivîsîne: Di nava heftiyekê de çi bû ku serê tonê 7 dolar ket. Em dixwazin ev yek bê sererastkirin.” (Kelhaamed)


Ê Berê Sivîlên ku li Mûsûlê hatine qetil kirin
Ê Li Pey Zarok bi şewba Kolerayê re rûbirû mane

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.