Li dijî personelên Mîtê operasyon

Li dijî personelên Mîtê operasyon

Hêzên ewlehiyê li 21 bajaran li dijî personelên mîtê yê berê û îmamên veşartî ku hat tesbîtkirin endamên rêxistina fetoye hat lidarxistin. Di encama operasyonan de di derheqê 63 kesan de qerara binçavkirinê hat dayîn. Li aliyê din de li bajarên weka Kocaelî, K. Maraş, Edene û Izmîrê li dijî Feto operasyon hat lidarxistin. Di encamê de 73 kes hatin binçav kirin.

Hêzên ewlehiyê li 21 bajaran li dijî personelên mîtê yê berê û îmamên veşartî ku hat tesbîtkirin endamên rêxistina fetoye hat lidarxistin.

Li gor agahiyan, di çarçoveya lêpirsîna FETO de, ji bo 45 personelê MÎTê û 18 îmamên veşartî yên ku hat tesbîtkirin têkiliya wan bi rêxistina mehrem a FETOyê re heye biryara binçavkirinê hat derxistin û li 21 bajaran operasyon hat lidarxistin.

Sala Par di lêpirsîna MÎTê de 87 personel ji memûriyetê hatibûn îxraxkirin. Ji bo 52 kesî doz hatibû vekirin.

Li aliyê din li hinek bajaran li dijî endamên feto operasyon hat lidarxistin.

Di encama operasyona ku di demekê de li 20 bajaran hat lidarxistin de 22 eskerên muvazzaf hatin binçav kirin.

Ji bo 9 kesên fîrarî jî xebatên girtinê berdewam dike.

Li k. Maraşê jî ji bo 15 endamên feto ku di derheqê wan de hatiye tespît kirin ku bernameya Bylockê bi kar hanîne qerara girtinê hat dayîn.

Di encama operasyonê de 15 gumanbar hatin girtin.

***

Di encama operasyonên ku di demekî de hat lidarxistin de 35 kes hatin binçav kirin.

*

Di derheqê lêpirsîna Rektorê Zanîngeha egeyê Dr. Cuneyt Hoşcoşkûn de jî qerara girtinê hat dayîn. (kelhaamed)


Ê Berê Zarok bi şewba Kolerayê re rûbirû mane
Ê Li Pey “Çima her tim kesên ku koç dikin û koçkirin li wan tê ferzkirin xelkê vê heremê ye?”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.