Di heftekî de 200 zarok hat qetilkirin

Di heftekî de 200 zarok hat qetilkirin

Li sînorê Bangladeşê û Myanmarê li herêmên Teknaf û Ûkhiyayê di nava heftakî de herî kên 200 zarokên Musluman heyata xwe winda kirin.

Li bajarê Araqanê ya Myanmarê Muslumanên ku ji ber zilma Artêşê û Bûdîstan direviyan di nava heftakî de 200 zarokên Musluman ji birçîbûn yan jî jiber zilm û wehşetê hatin qetil kirin.

Ji  medya Bangladeşê hat îfade kirin ku kesekî ji wezîfedarê sihetê eşkere kiriye ku li sînorê Bangladeşê û Myanmarê Li herêmên Teknaf û Ûkhiyayê di nava heftakî de herî kêm 200 zarokên Musluman ji birçîbûn yan jî ji zilm û Tadeyan hatine qetilkirin.

Saziyên cavakên sivîlên ku li sînorê Myanmarê û Bangladeşê ji Muslumanên muhacîr re alîkariyê dikin jî îfade kirin ku ji ber gida û mazemeyên xwarinê tineye dayik zeîf dikevin. Ji bervêyekê  jî zarokên şîrxwar nikarin bi qazî îhtiyaciyê şîr vexwûn. ev jî dibe sebeba nexweşiyên ku mirinê tîne.

Di encamên êrîşên fîrewnî yê hukûmeta Myanmarê û  Bûdîstên çete de ji 25ê tebaxê û hetanî niha  bi hezaran Musluman heyeyata xwe winda kirinine. Hejmara Muslumanên ku ji ber zilm û wehşeta çepelî tên qetilkirin êdî nayê jimartin.

Di êrîşên neyarên Îslamê de 150 gund hatin şewitandin. Bi 10 hezaran Musluman hatin Qetilkirin.

Li gor xeberê hatiye wergirtin ji 25 tebaxê şûnde 370 Muslumanên Araqanî hîcretî Myanmarê kirin.(kelhaamed)


Ê Berê “Di 11ê Îlonê de dikevin nava hewildana dijmintiya Îslam û Qur’anê”
Ê Li Pey Banga “seydvaniya balîna bisekinînin” însaniyeta Ewrûpa derxis pêş çavan…

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.