Banga “seydvaniya balîna bisekinînin” însaniyeta Ewrûpa derxis pêş çavan…

Banga “seydvaniya balîna bisekinînin” însaniyeta Ewrûpa derxis pêş çavan…

Parlementoya ewrûpa, ji norveçê xwestin ku nêçir û seydvaniya balîna bidin seknandin û ji yekîtiya ewrûpî jî daxwaz kirin ku ji lîmanan derbaskirina goştê balîna bisekinînin… wexta ku parlementoya ewrûpa ji bo balîna vê bang û gaziyê de; li di serî de li araqanê ji bo ev muslimanên bi wehşî tên qetil kirin deng jê dernakeve û ev yek jî însaniyeta ewrûpa derdixe pêş çavan.

Li Strazbûrgê lijneya giştî ya Yekîtiya Ewrûpî li hev civiyan û ji bo li Norveçê seydvaniya masiyên Balîna bidin seknandin bangewazî kirin.

Ji bo goştê Balîna êdî di ser lîmanên Yekîtiya Ewrûpî re neyê derbas kirin taleb hat kirin û hat xwestin were yasax û qedexe kirin.

Norveçê, di 20 salan de 13 hezar Balîna kuştin.

Seydvaniya Balîna ya bi armanca tîcarî, di sala 1982an de qerar hat dayin ku were yasax kirin û ev qerar di sala 1986an de qet rewacê û seydvaniya Balîna hat qedexe kirin. Norveçê ji qerara yasaxê re tepkî nîşan da û fealiyetên xwe seydvaniya Balîna berdewam kir.

Piştî Moratoryûm ket rewacê û pê de Norveçê, 13 hezar Balîna kuşt. Di sala 2017an ya îsal de jî ev kota xwe ji 880 derxist 999an û îxrackirina goştê Balîna gelekî zêde kir.

Li hêla din Parlementoya Ewrûpî, di heqê Balîna de qerar distînin û bang û gaziyan dikin, lê li hêla din di serî de Araqan li çar terefê cîhanê, musliman di qetlîam û komkujiyan re tên derbas kirin heta îro Ewrûpa dengê dernexistiye. Ev tewra Ewrûpa jî însaniyeta wê derdixe pêşçavan. Însaniyeta Ewrûpa; ji bo seydvaniya Balîna qanûna derxin û bang û gaziya dikin, lê li çar terefê cîhanê însan di jenosîd, komkujî, destdirêjî û rihqelandinê re derbas dibe, bi qasî goştê masiyan deng jê dernakeve, ewrûpa ewqasî însan e… (Kelhaamed)


Ê Berê Di heftekî de 200 zarok hat qetilkirin
Ê Li Pey Ji Amrîkayê daxuyaniya S-400

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.