Kêmaniyên di sîstema perwerdehiyê de

Kêmaniyên di sîstema perwerdehiyê de

Ji vekirina mekteban re çend rojên bi hejmar maye, kêmaniyên di sîstema perwerdeyê de jî li benda çareseriyê ye. serokê cemiyeta perwerdehiyê ya batmanê kenan çaplik derbarê derbarê pirsgirêkên di perwerdehiyê de beyanatên muhîm da.

ji vekirina mekteban re çend rojên bi hejmar maye, kêmaniyên di sîstema perwerdeyê de jî li benda çareseriyê ye.

Serokê Cemiyeta Perwerdehiyê yê Batmanê Kenan Çaplik, derheqê pirsgirêkên di perwerdehiyê de yên wek Perwerdehiya tevlîhev, pirsgirêka sitargeh û Yûrda, Serwîsên Xwendekaran yên di nava bajêr de, pirsgirêka cil û berka û dersên hilbijartî de beyanatê muhîm da.

Kenan Çaplik, îfade kir ku di Mufredata nû de hinek qezencên baş çêbûye, encax “Hêjî Pirsgirêka Perwerdehiya di nava hevde berdewam dike” û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin di roja me ya îro de jî hêj perwerdehiya tevlîhev ango têkel tê ferzkirin. Ne zêde be mixabin em hêj dibîin ku di hinek mektebên îmam xatîban de perwerdehiya têkel tê ferzkirin ku ev yek jî me xemgîn dike. Em dizanin ku tu feydeya vê yekê li me tuneye.”

Çaplik, îfade kir k udi Yûrd û Sitargehade jî pirsgirêk berdewam dike û wiha got: li gelek çîhî Yûrd tê înşa kirin, encax mixabin hêjî bi awayekî ciddî îhtiyac ji sitargeha heye. çimkî nifûsek me ya dinamik heye, di nava vê nifûsa dînamîkde jî gelek kes dixwîne ji ber wê bi pirsgirêka sitargehêre gelek pirsgirêkê tîne.

Çaplik, derbarê serwîsên xwendekaran de jî peyivî û wiha got: pêwist e serwîsa xwendekara bê awayekî ciddî bê konrtol kirin. Ev kontrolkirin ji teref Wezareta Perwerdehiyê ve rojane bê kirin.

Çaplik, balkişand ser muhîmbûna Dersên hilbijartî û îfade kir ku hewceye dersên wek Siyer, Qur’ana Kerîm û Agahiyên Dînî ne hilbijartî bibe dersên wek esasî.


Ê Berê Ji Amrîkayê daxuyaniya S-400
Ê Li Pey 200 hezar zarok bi mirinêre rûbirû mane

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.