200 hezar zarok bi mirinêre rûbirû mane

200 hezar zarok bi mirinêre rûbirû mane

Fono Alîkariya Neteweyên Yekbûyî di derbarê qirîza Însanî ya li Araqanê de weha got: li Araqanê zêdetirî 200 hezar zarok muhtacî alîkariyê ne.

 Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku ji 200 hezarî zêdetir zarokên ku ji ber bûyerên tundiyê ji Myanmarê reviyane û xwe sipartin Bangladeşê di nav tehlûkeyan de ne û muhtacê alîkariyê ne.

Jean Liebyê Kordînatorê Misyona Parastina Zarokan yê UNICEFê yê li Bangladeşê di civîna çapemeniyê ya ku li Cox Bazara li sînorê Myanmarê da waha got, "Li vê derê qirîzeke însanî ya ku her diçe mezin dibe heye û di navenda vê qirîzê da jî zarok hene."

Dinava 370 Multeciyên ku xwe sipartina Bangladeşê 60 wî zarokên biçûçkin.

Lîebiy îfade kir ku li welêt nêzîkî 200 hezar zarokên Musluman yên Araqanî muhtacê alîkariyê ne. Li qampên ku Multeciyên Araqanî lê dimînin hejmara zarokan gelek zêdene. Zarok di van qampana de ji bêxwiyê û birçîbûnê ji taqet dikevin û zeîf dibin.

Ji rayedarên Ûnecîfê Lîebî hat diyar kirin ku li qampan 182 hezar zarokên ku ji bav û diyên xwe veqetiyane hene û wê hejmara zarokên ku ji malbatên xwe dûr ketinin wê di rojên pêşya mede hê bêtir zêde bibe.

Artêşa Myanmarê di êrîşên xweyên fîrewnî de ji 25ê tebaxê hetanî niha bi hezaran Muslumanê Araqanî qetil kirine.

Hejmara Muslumanên ku ji birçîbûnê û nexweşiyê heyata xwe winda kirine ewqas zêdeye ku êdî nayê jimartin.

Dinya jivê zilm û wehşetêre ker kor û lal maye.(kelhaamed)


Ê Berê Kêmaniyên di sîstema perwerdehiyê de
Ê Li Pey Li Iraqê niqaşên referandûmê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.