Li Iraqê niqaşên referandûmê

Li Iraqê niqaşên referandûmê

Li Iraqê niqaşên referandûmê berdewam dike. Serokê kurdîstana iraê Mesûd Barzanî di derbarê referandûmê de weha got: li Iraqê dewletek federal tuneye. Ancex dewletek xwe dispêre mezhebê heye.. Hewceye li hember yên ku referandûmê dixxwazin hurmet bê kirin

Serokê Kurdîstana Iraqê Mesûd Barzanî li Kerkûkê di civîna ku bi hêmanên etnîk û dînî yên bajêr û temsîlkarên partiyên siyasî re hatin cem hev û di derbarê referandûmê de axivîn.

Barzanî der heqê referandûma ku di 25ê îlonê de wê were lidarxistin de  daxuyanî da û wiha got: "Referandûm biryara şexsekî, partiyeke siyasî yan jî ya kurdan tenê nîne biryara gelê Kurdistanê ye. Heke hûn bipirsin ku gelo ev qerar çima hat dayîn; bi hikûmeta navendî ya Iraqê re temamî rê hatin ceribandin lê belê bi ser neketin. Mixabin li Iraqê hevkariyeke rastî nehat pêkanîn. Heke hevkariyeke rastî çênebe û çareseriyeke din jî neyê pêşniyazkirin, wê demê Xwedê neke dibe ku bûyerên din jî biqewimin."

Barzanî li axaftina xwe weha zêde kir: "Em li hember nêrînên hemû aliyên ku dijî referandûmê ne hurmet dikin. Lê belê hewceye lihember kesên ku referandûmê dixwazin jî hurmet bê kirin. Kesên ku banga herbê dikin bila li dawiya xwe binhêrin ku ji xeyrî zirar û ziyanê çi hîştine. "Li Iraqê niha hebûna dewleteke federal tune tenê dewleteke ku xwe dispêre mezheban heye.(kelhaamed)


Ê Berê 200 hezar zarok bi mirinêre rûbirû mane
Ê Li Pey Ji referandûmê re bertek

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.