Roja duşemê mekteb dest pê dike

Roja duşemê mekteb dest pê dike

Piştî tatîla havînê 17 mîlyon xwendekar ewê di 18ê îlonê de dest bi perwerde û hînbûna sala nû bike. perwerde û hînbûna sala nû ewê dewra ewil di 19ê çile de bidawî bibe.

Di Perwerde û Hînbûna nû ya sala 2017an û 2018an de 17 mîlyon Xwendekar û Mamosteyên mektebê Fermî û Taybet ewê roja duşemê dest bi dersa ewil bike.

Îsal Perwerde û Hînbûna nû ewê di 18ê Îlonê dest pê bike dewra yekem jî ewê di 19ê Çile de bidawî bibe. Tatîla nîvsalî ewê di navbera 22ê Çile û 2ê Sibatê de bê çêkiirn. Dewra duyemîn ewê di 5ê Sibatê de dest pê bike di 8ê Hezîrana 2018an de jî bidawî bibe.

Li gor teqwîma sepana îmtîhanê ya sala 2018an ya ku ji teref wezareta Perwerdehiyê ve hatiye eşkerekirin, Îmtîhana Hevkar ya navend a Dewra yekemîn ewê di 29 - 30ê Mijdara 2017an de bê çêkirin.

Îsal îmtîhanên Hevkar yên di Dewra Yekemîn û Duyemîn yên ji teref Wezareta Perwerdehiya Millî ve tên çêkirin, ji bo xwendekar xwe bi rehetî bide fêm kirin ewê “Pirsên vekirî” bê sûalkirin. (Kelhaamed)


Ê Berê Ji referandûmê re bertek
Ê Li Pey Ji Barzanî beyanata Referandûmê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.