Ji Barzanî beyanata Referandûmê

Ji Barzanî beyanata Referandûmê

Serokê Kurdîstana Iraqê Mesût Barzanî di derheqê referandûma ku wê di 25ê îlonê de were lidarxistin de îfade kir ku, referandûm qerara temamê xelkê meye û ji bo serxwebûnê em hazirin bedelan bidin.

Serokê Herêma Kuridstana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî di şahiya ku li navçeya Akreyê hatibû lidarxistin de axivî.

Mesût Barzanî di derheqê Referandûmê de fikrên xwe anî ziman û weha got: Qerara Referandûmê qerarek neteweyî û tarîxiye. Gelo çima digel temamê xebatan dîsa li Iraqê yekîtî çênabe, hewceye herkes vê pirsa hanê bipirse. Lewra li Iraqê fikr û zihniyetek kevn heye. Iraq yektiyê Qebûl nake. Kesên ku Referandûmê naxwaze tu alternatîfên bi mantik ji mere nabêje. Êdî xelkê Kurdîstanê wê qerara xwe bidin.

Berzanî li axaftina xwe weha zêdekir: 100 sale em li benda referandûmêne. Ji mere digotin ku zemanê wê hîna nehatiye, heger em libenda gotinên wan bana wê çaxê tu carî wê zemanê Referandûmê nehatina. Wext û çaxa ku xelkê Kurdîstanê Qedera xwe taîn bike hatiye. Me qerara referandûmê daye û ji bo serxwebûnê em hazirin ku bedalan jî bidin.  (kelhaamed)


Ê Berê Roja duşemê mekteb dest pê dike
Ê Li Pey Li Malezyayê li Mektebê şewat derket

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.