Li Malezyayê li Mektebê şewat derket

Li Malezyayê li Mektebê şewat derket

Li paytext Kuala Lûmpûra Malezyayê di mektebekê de şewat derket. Di encamê de 25 kes heyata xwe winda kirin. Hat zanîn ku şewat di qata sêyemîn ji dewreya kurt derketiye.

Li Malezyayê li mektebekê şewat derket.

Şewat li paytex Kûala Lûmpûrê di mekteba ku dersa Qûrana Kerîm lê dihat dayîn derket.

Piştî îxbarê gelek ekîbên sihetê, ambolans û îtfaye sewqî cîhê bûyerê hat kirin.

Di şewata ku derket de 23 xwendekar û 2 Mamoste hayata xwe winda kirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor xeberê hatiye wergirtin, şewat di qata sêyemîn ji dewreya kurt derketiye.

Li gor beyanatên rayedaran zarokên mektebê ji ber şîşên hesên nikarîbûn derkevin derve.

Rayedarên îtfayê jî beyan kirin ku di nava 20 salê dawî de ji şewatên herî mezin yek jê eve.  (kelhaamed)


Ê Berê Ji Barzanî beyanata Referandûmê
Ê Li Pey Çemê nef bi cesedan dagirtî ye

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.