Çemê nef bi cesedan dagirtî ye

Çemê nef bi cesedan dagirtî ye

Êrîş û wehşeta artêşa Myanmar û çeteyên bûdîst ya li xelkê muslimanên Araqanî berdewam dike.

Ji 25ê Tebaxê û pê de, di êrîşên ku berdewam dikin de bi hezaran musliman ji teref îdara Myanmara bûdîst û çeteyên wan ve bi şiklekî wehşî hatine qetil kirin.

Bi sed hezaran Muslimanên Araqanî yên ku ji qetlîam û wehşetan direvin jî di sînorê Bangladeşê de xwe spartine qempan.

Saziyên Civaka Sivîl yên ku li herêmê qemp ziyaret kirin, beyan kirin ku li herêmê krîz û qeyraneke dijwar ya însanî diqewime.

Muslimanên Araqanî yên ku ji êrîşan direvin, ji bo xwe bighînin sînorê Bangladeşê ji mecbûrî divê di çemê Nefê re derbas bibin.

Saziyên Civaka Sivîl yên ku li herêmê lêkolînan dikin, îfade kirin ku çemê Nefê bi cesedê zarok, pîrek û zilaman ê muslimanên Araqanî tije û dagirtiye.

Saziyên Civakî yên ji wehşeta Araqanê re bertek nîşan dan, wiha îfade kirin: “Ew jî însanên Myanmarê ne, gelo sebebê vê îşkence û zilmê çiye? Li herêmê panîk û endîşe dewam dike. hêjî gelek hurgilî û detay veşartî ne û derneketine rastê. Gelek tişt nehatine eşkere kirin. çemê Nefê bi cesedên zarok û pîrek û zilaman dagirtî ye. Ev yek bi temamî tevgerek xeyrî wîcdan û dijî însanî ye. Îxlalên mezinin li dijî alema însaniyetê.”

Saziyên Civakî, ji bo ev qetlîam, zilm û wehşet bên seknanadin bangewazî li îdara Myanmarê kirin û wiha gotin: “Gelo evan zarok û pîrekên masûm çi guneh kirine? Ev qelihandin, wehşet û rihqelandin bi tu awayî qethiyen nayê qebûl kirin. (Kelhaamed)


Ê Berê Li Malezyayê li Mektebê şewat derket
Ê Li Pey Du zarok di avê de fetisîn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.