Du zarok di avê de fetisîn

Du zarok di avê de fetisîn

Du zarokên ku şivantî dikir di golê de fetisîn. bûyer li Entabê pêk hat. du zarikên ku bi hevre şivantiyê dikirin di gola ku ji bo xwe hênik bike ketibûnê de fetisîn û can dan.

Du zarokên binavê Hebîb Geçerê 13 salî û Okkeş Yanarê 17 salî yên ji gundê Çûbûkdîkena girêdaye Şahînbeya navçeya Entabê ne û ji bo pezê xwe biçêrîne biribîn nêzîkî gola ku 8 kîlometre ji gundê wan dûr.

Zarokên ku dema pezê wan diçêriya û ji berk u hewa germ bû xwestin xwe hênik bike ketin golê, piştî demekê Hebîb talûkeya fetisandinê derbas kir. Okkeş jî ji bo hevalê xwe xelasbike ket avê encax ewjî di golê de fetisî.

Piştî şivan û gundiyên derdorê bûyerê ferq kirin û şûnda îxbarî Cendermeyan kirin. piştî xebatên ji teref ekîbên ve hat kirin û şûnda cesede herduk zarokan ji avê derxistin.

Cesedê herduk zarokan ji bo otopsiyê birin Saziya Tipê ya Edlî ya Entabê. Hat zanîn ku Hebîbê 13 salî derbasî Sinifa 8emîn ya Dibistana Ewil a Sirasogutê bûye û ji ber ku roja duşemê mekteb vedibe jî hazirî kiribû. (Kelhaamed)


Ê Berê Çemê nef bi cesedan dagirtî ye
Ê Li Pey Vaye belgeya zilmê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.