Vaye belgeya zilmê

Vaye belgeya zilmê

Kumpaseke din jî ya ku ji teref FETO û hêlên kûr û tarî ve hatiye hazir kirin derket rastê.

Di doza ku Cîhan Yildiz tê de cezayê muebbetê lê hat birîn, derket rastê ku ji teref polîs û hakim û sewciyan ve li ser maseyê hatiye hazir kirin.

Cîhan Yildizê ku di sala 2008an de hat girtin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, ji rojnameya Dogrûhaberê re mektûb şand û di mektûbê de komploya ku li serê hatiye çêkirin bi belgeyan eşkere derxist rastê.

Cîhan Yildiz, di mektûbê ku şandiye de tê de qala mijarên balkêş dike û balê dikşîne ser polîsên ku wê demê îfade hazir kirine û niha ji feto girtîne ên bi navê Yûrt Atayun û Bahadir Kicir ku di rêxistina nav emniyetê de bi awayekî paye bilind wezîfedarbûne.

Yildiz, îfade dike ku bi pêvajoya 28ê Sibatê re bi sebeb nasnameya xwe ya Îslamî hedef hatiye nîşandan û hatiye mexdûr kirin. di berdewama mektûba xwe de jî Cîhan Yildiz, beyan dike ku zilma li wî û malbata wî hatiye kirin gelekî dijwar û wahîme. Divê zilmê ku heta îro bi awayekî eşkere hatiye kirin ser wê nikare were nuxumandin û di heqê wî de bê veşartin, eşkere polîs-hakim û sewciyan bi komployan ceza li wî birî ye. Digel ev yek bi belge û diyare jî ev serê 10 sala ye dengê wî nehatiye bihîstin.

Cîhan Yildiz, zilma ku li wî hatiye kirin, bi belgeyên wan eşkere derxist rastê ku planên kirêj û kûr, ji teref sewî ve hatiye hazir kirin û ji îddîanameyê wek mînak madde bi madde ew belgeyên trajîkomîk eşkere kir.

Yildiz, bi sernavê “Ez marûzî neheqiyê bûm delîlên min jî evin” zilm û neheqiya ku lê hatiye kirin yek bi yek bi belgeyan rêz kir û qala kumpasê kir ku bê çawa hatiye hazir kirin.

“Bahadir KICIRê li Stenbolê di TEMê de wezîfedar, di sala 2002an de di îfadeya xwe ya ku dide Sersewciyê Cumhûriyetê yê Fatîha Stenbolê, wiha beyan dike: ‘Rifat DÛRSÛN, wek gumanbarê Hîzbûllah 14 saîfe îfade dide mudûriya me. Memûrê ku wê îfadeya stendiye ez bi xwe me. Min tarîha girtînameya Rifat DÛRSÛN sehven nivîsandiye.’

Belê di dosyaya mezin de ev navê Rifat DÛRSÛN ku tê gotin di wê dosyayê de tune ye. Girtinameya dosyayê ne rûpelê ewil, 16 rûpel in. Di rûpela 15an de navê min nivîsandine-pêve zeliqandine. Feqet navê min ji rûpela 16an hatiye jêkirin-derxistin. Wekî din jî, di nava sahîfe û rûpelên girtînameya îfadeyê de îmze ji hevcûdane û yek jî hevdû nagre. Ev jî zelala derdixe rastê ku dosya li ser maseyê hatiye hazir kirin.

Di berdewama mektûba xwe de, Cîhan Yildizê mexdûr, wiha berdewam dike:

“Di 22ê Temûza 2014an de li Stenbolê di operasyonên dijî paralelê de polîsê bi navê Bahadir KICIRê memûr, bi sûcê “di ewraqan de sextekarî û bi belgeyên yaniş hemwelatî mexdûr kirine” hat binçav kirin. bi van sûcana sûcdarkirin û binçav kirina Bahadir KICIR bi awayekî zelal û eşkere ispat û delîle ku ez belasebeb hatime mexdûr kirin. kumpasçiyekî din jî Yûrt ATAYUN bû ew jî di wezîfeyeke payebilind ya rêxistinê a di nav emniyetê û a niha ji FETO di hepsê de ye.”

Cîhan Yildiz, îfade dike ku digel tu ‘eleqeya wî pê tune bûye jî ew bi qasî 6 sala ji PKKê hatiye xwestin. Encax çawa çêdibê di dawiya 6 sala de ji dosyaya Hîzbûllah ceza lê hatiye birîn. Digel ku di vî warî de gelekê caran daxwazname ji mehkemê re pêşkêş kiriye jî mehkemê guh nedaye vê taleba wî û niha ji rayedaran dixwaze ku tavilê, gavek berî gavekê dawiyê li vê zilmê bînin. (Kelhaamed)


Ê Berê Du zarok di avê de fetisîn
Ê Li Pey Tizbîha 150 salane bi 30 hezar dolarî tê firotin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.