Ji Weqfa Yetîman alîkariya qirtasiyê

Ji Weqfa Yetîman alîkariya qirtasiyê

Weqfa Wetîman bi munasebeta perwerdehiya sala 2017-2018 ku wê roja duşemiyê destpêbike, ji bo hezar zarokê yetîm yên Sûrî alîkariya qirtasiyê kirin.

Weqfa Yetîman li Diyarbekrê bi munasebeta perwerdehiya sala 2017-2018 ku wê roja duşemiyê dest pê bike, ji bo hezar zarokên yetîm yên multeciyên Sûrî alîkariya qirtasiyê kirin.

Mazemeyên qirtasiyê ku li bîna weqfa Yetîman hatibû kom kirin ji teref dildarên weqfê hat bela kirin.

Çenteyên ku di nava wan de mazemeyên mektebê habû li zarokên yetîm hatin bela kirin.

Serokê komîsyona alîkariyê ya weqfa yetîman Wedat Bîlge di vê mijarê de weha got: berya mekteb vebibin me ji nêzîkî hezar zarokên yetîmre alîkariya qirtasiyê belav kir. Em her meh ji 715 yetîman re alîkariyê dikin.dil dixwaze ku dosyayên ku li ceme hene lê belê ji ber ku îmkanê me tuneye em nikarin alîkariya wan bikin jî vekin û ji wanre alîkariyê bikin. Em bivan alîkariyan ji bo yetîman cil û bergên mektebê û îhtiyaciyên din jî temîn dikin di vê mijarê de em bangî temamê xêrxwazan dikin ku bila xêrên xwe mehrûm nekin.

Zarok û malbatên wan jî gelek kêfxweş bûn û ji Weqfêre gelek teşekûr kirin.(kelhaamed)


Ê Berê Tizbîha 150 salane bi 30 hezar dolarî tê firotin
Ê Li Pey Ji Huda Parê ziyareta esnafan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.