KENY’ê di mijara Araqanê de lihev kir

KENY’ê di mijara Araqanê de lihev kir

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ev 9 sal in ku di mijara myanmarê de cara ewil li ser daxuyaniyeke hevpar li hev kir û da zanîn ku ji ber ku artêşa myanmarê dijî misilmanên arakanî hêza zêde bi kar tîne gelekî bifikar e û divê li arakanê demildest dawî li şîdetê bînin.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bo êrîşên li ser Muslimanê Araqanê tên rastkirin hevdîtinê bike bi rûniştina girtî civiya. 

Tekeda Alemûyê Temsîlkarê Daimî yê Etiyopyayê yê li Neteweyên Yekbûyê ku serokatiya meha îlonê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyê dike piştî civîna li konseyê daxuyanî dan rojnamevanan.

Alemû got ku "Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber ku hêzên ewlehiyê dijî sivîlan hêza zêde bi kar tîne bifikar e û êrîşên ser sivîlan şermezar kir. Konsey bang dike ku demildest dawî li bûyerên şidetê yên li Arakanê bînin, rageşiyê kêm bikin û sivîlan biparêzin."

Tekeda Alemû diyar kir ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kêfxweş e ku Bangladêşê ji bo misilmanên Araqanî deriyên xwe vekirin û bangî hikûmeta Myanmarê kir ku di mijara pêkanîna alîkariyên mirovî de bi Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên alîkariyê re hevkariyê bike.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku ji êrîşên çeteya bûdîst yên li ser muslimanê Araqanê re çavê xwe digirt piştî 9 salan cara ewil di mijara Myanmarê de li ser daxuyaniyeke hevpar li hev kir." (Kelhaame)


Ê Berê Ji Huda Parê ziyareta esnafan
Ê Li Pey “Îmtîhana Pinara Qur’anê”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.