“Îmtîhana Pinara Qur’anê”

“Îmtîhana Pinara Qur’anê”

Ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve ewê di 5ê mijdarê de li seranserê tirkiyeyê “Îmtîhana Pinara Qur’anê” bê lidarxistin. îmtîhana ku ewê ji 3 kategoriya bê çêkirin kesên têkeve dereceyê ewê bi Umrê bê xelat kirin.

Ji Teref Platforma Nesla Qur’anê ve ewê di 5ê Mijdarê de li seranserê Tirkiyeyê “Îmtîhana Pinara Qur’anê” bê lidarxistin.

Di beyanata ku ji teref Patformê ve hat dayin de, hat îfadekirin ku bi 3ê Kategoriyên cûda li temamê Tirkiyeyê ewê bi temaya “Îmtîhana Pinara Qur’anê” bi xelata Umrê îmtîhan bê çêkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Kordînatorê Platforma Nesla Qur’anê yê Batmanê Mehmet Emîn Sutçu ve beyanat hat dayin û wiha îfade kir: Li seranserê Tirkiyeyê emê di 5ê Mijdarê de bi temaya “Îmtîhana Pinara Qur’anê” bi 3ê Kadegoriyên cûda îmtîhanê çêbikin. Serîlêdana îmtîhanê ew di navbera 23ê Îlonê û 22ê Cotmehê de bê çêkirin.

Sutçu di dawya  beyanata xwe de îfade kir ku kesên di îmtîhanê de têkevin dereceye ewê bi Umrê bê xelatkirin û jê pê ve zêdetirî 700 xelatên cûrbecûr ewê bê dayin. (Kelhaamed)


Ê Berê KENY’ê di mijara Araqanê de lihev kir
Ê Li Pey Drama însanî berdewam dike

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.