Drama însanî berdewam dike

Drama însanî berdewam dike

Di encama êrîşên ku artêşa myanmarê li ser muslimanê araqanê rastdike ji 25ê tebaxê û heta niha bi hezaran musliman heyata xwe wûnda kirine. hejmara kesên ji êrîşên bûdîst û artêşa nîjadperest direvin jî derketiye 400 hezar kesî.

Zor û zehmetiya Muslimanê Araqanê yên ji êrîşên çeteyên bûdîst û artêşa bûdîst direvin û derbasî Bangladeşê dibe ji teref qemerayan ve hat qedkirin.

Guruntiyên ku di Medyaya Civakî de hatiye weşandin û tê texmînkirin ku di 12ê Îlonê de hatiye kişandin, kesê ku guruntî qeyd kiriye îfadeyên wek “ Bi hezaran kes di bin şerd û mercên zor û zehmetî de, di erezî û çiyayên zor de derbas dibin ev serê hefteyekê ye li ber perava Nakondiayê sekinîne.” Bikar tîne.

Hat îfadekirin ku ew Perav li herêma Teknafa di sînorê Myanmar û Bangladeşê de ye û Muslimanê Araqanê ji bo di Çemê Nafê re derbas bibe Tî û birçî disekine.

Di guruntiyê de hat destnîşakirin ku rewşa Muslimanê Araqanê her ku roj diçe bêhtir xerab dibe û hat îfadekirin ku “Li pêşya wan deryak xedar, li paş wan jî ji bo wan biqelihîne artêşa bêmerhamet û bûdîstên zalim yên di destê wan de kêr û sîleh hene sekinîne.”

Di guruntiyê de, hat destnîşankirin ku Muslimanê Araqanê yên dixwaze ji sînor derbas bibe di talûkeyek mezin de ne û pêwist e bi awayekî acîl pê xelaskirin.

Di guruntiyek din de jî ya ku di medyaya civakî de hatiye weşandin, hat dîtin gemiya ku muslimanê Araqanê hilgirtiye piştî qulipî û şûnda drama ku dijîn hanî pêş çava.

Ji êrîşên ku artêşa Myanmarê ji 25ê Tebaxê de li ser muslimanê Araqanê rastdike û heta niha bi hezaran musliman heyata xwe wûnda kirine. Ji ber ku rêveberiya Myanmarê destûra ketin û derketinê nadin hejmara siv,lên tê qetilkirin wek tam nayê tespit kirin.

Di êrîşan de 200 gund ji teref bûdîst û artêşa nîjadperest ve hatiye şewitandin anjî hanîne halekî nayê bikaranîn. Bi deh hezara muslimanê Araqanî ji bo ewlehiya canê xwe hêjî xwe ji herêmê dûrdixin. Sivîlên ku ji Myanmarê direvin, di herêmên çiyayî û li ser çemê Nafê û deryayan re derbasî Bangladeşê dibin. (Kelhaamed)


Ê Berê “Îmtîhana Pinara Qur’anê”
Ê Li Pey Alim û Mucahîd: Omer Muxtar

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.