Alim û Mucahîd: Omer Muxtar

Alim û Mucahîd: Omer Muxtar

Îro salvegera şehadeta pêşîvanê mucadele û berxwedana İslamî ya Lîbyayê ya sedsala 20î ye. Omer Muxtar pey berxwedaneke bi şan a li ber hêzên Îtalyaya îşgalker, di 15ê îlona 1931ê de, bi îdamê hatibû şehîdkirin

Îro salvegera şehadeta Omer Muxtarê pêşîvanê efsanewî yê mucadele û berxwedana Lîbyayê ya di sedsala 20î de ye.

Gava ku hêzên Îtalyaya emperyalîst di 1911an de Lîbyayê îşgal dikin, mucadele û berxwedana ewilî ji aliyê Omer Muxtarê alim û mucahîd ve hatibû destpêkirin. Omer Muxtar digel ku ehlê terîqetê bû, li ber îşgalê bêdeng nema û zikr û cîhada xwe kirin yek û li ber hêzên îşgalker berxwedaneke bi şan li dar xist.

Dema ku herbên balkanê dest pê dikin, desteka Osmanî ya ji Lîbyayê re kêm dibe, ji ber vê yekê manewraya Îltalyanîyan fireh dibe. Di vê heyamê de cîhada Omer Muxtar bi awayî ku ji neslên dû wî re bibe destaneke xweşmîsal derket holê.

Omer Muxtar eskerên xwe kiribûn grûbên biçûk û bi taktîka gerîllayê li ber hêzên Îtalyayê şer dikirin û digirtin ser qereqolên wan. Umrê wî li ser hespê û di meydana şer de derbas bû. 

Di 11ê îlona 1931ê de hêsîr hat girtin û bi hinek bihaneyan hat îdamkirin. Omer Muxtar li ser qirara îdamê wiha got: “Hukum tev ê Xweda ye. Tu hukmê we yê sexte û derew tune ye.” Mucahîdê alim di 15ê Îlonê de jî hat îdamkirin.

Tê îfadekirin ku hêzên Îtalyaya îşgalker, nîva nifûsa Lîbyayê di herbê de û li kampan qetil kiriye.

Xweda rehma xwe li şehîd Omer Muxtar bike û şehadet û berxwedana wî, ji ummetê re bike wesîle yekwicûd û serferazîyê. (kelhaamed)


Ê Berê Drama însanî berdewam dike
Ê Li Pey Hîle û şeytanî ya emperyalîstan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.