Hîle û şeytanî ya emperyalîstan

Hîle û şeytanî ya emperyalîstan

Di van 2 esrên dawîn de bi milyonanan Musliman, ji erd û axa xwe ya ku li ser dijîn koç kirin. Wexta ku Muslimanan ji erdekî fireh ber bi cîhekî teng ve îltîca kirin ew rêz û hurmeta ku jê re dihat girtin wenda kir, muhebbeta ku ji hev re nîşan didan neparastin. Niha di rêzê de xebera me ya analîz a di vî warî tê ser ekranê…

Hêzên emperyalîst ên navneteweyî, ji xwe re kirine armanc û hedef ku muslimana ji cîh û warê wan dûr bikin. Muslimana ji ser erd û cografyaya berfireh, ber bi erdekî deng ve asê dikin. Ka binêrin di nava wextekî de bi milyonanan musliman di serî de parzemîna Hindîstan, ji Filistîn, Balkan, Kafkas, Efrîkaya Navîn û Kirimê derxistin. Mecbûrî multecîbûn û penaberiyê kirin, tevek bi çol û çepelan xistin.

Li erdekî mîna Kirimê nufûsa muslimana li ber qedandinê ye. Dengeyên nufûsa li wî welatî di ‘eleyhê muslimanan de veguherî.

Polîtîqaya multecîbûnê, darbeya herî mezin li parzemîna Hîntê li muslimanan xist. Bi milyonana musliman, parzemîna berfireh ya Hîntê terk kirin û vegeriyan Pakîstan û Bangladeşê. Ev cografyaya Pakîstan û Bangladeş ya teng û asê, bi însanan dije bû. Ev jî, ji bo Hîndûyan Hîndîstanê bi temamî bidestbixin bû wek fersendê.

Wexta ku muslimana ji erd û cografyaya berfireh îltîcayê alaneke teng û asê kirin rêz û hurmet ji dest dan, muhebbeta nava hevdû neparastin. Ji ber vê yekê li Pakîstan û Bangladeşê pirsgirêk û mişkiliyan rû da û di nava wan de xerq bû.

Digel vê rastiyê îro ‘eynî lîstok li Araqanê jî tê lîstin. Araqan, bi Hîndîstanê re bi hevdemî dest bi valakirinê kiribûn. Li Hîndîstanê car carna îltîca sekinî feqet li Araqanê berdewam e. Bûdîstên wê derê, ji bo alanekê ji xwe re vebike timî zext û zor û zilmê dikin û li dijî vê zext û zilmê ne berxwedan û serhildan di şûna wê de bes tenê multecîbûn, îltîca û koçberî tên teşwîq kirin.

Meznahiya meselê pêvajoya dawîn jî derbas dike. Bi deh hezaran muslimanên Araqanî bi polîtîqaya îltîcayê berê wan didin Siûda Erebîstanê û Yekîtiya Emîrtiyên Ereb û dixwazin li wê derê ji her maf û heqên mirovahî wan mehrûm bihêlin, wan bi erzanî bixebitînin û bikin kole. Mexdûriyeta muslimanên Araqanî, ji teref hêzên derve yên wê herêmê û baronên kapîtalîst ve tên sûîstmal kirin.

Di pêvajoya dawîn de hejamara Muslimanên Araqanî bi ser 300 hezarî ket. Ji xwe hukûmeta Myanmarê jî ev yek dixwest… ev îdara ku bi hêzên navneteweyî re tevdigerin-hereket dikin, bi destê çeteyên bûdîst dixwazin Araqanê ji muslimana paqij bikin û Araqanê bê musliman bihêlin û bi vî rengî polîtîqayên xwe dimeşînin. Ji ber zilm û wehşeta ku yek bi yek bi sîstematîk disepînin, Muslimanên Araqanî yên ku ji ber qetlîam û wehşetan îdare nakin û direvin, xwe dispêrin Bangladeşê.

Di vî warî de bi kevirekî du qûça dixin xwarê; ji hêlkê ve Araqan tê vala kirin, ji hêla din ve jî Bangladeşa ku tu rûmet û îtîbaraê wê tuneye bi hinceta alîkariya multeciyan dike tê meşrû kirin, wê onore dikin.

Kes nikare tiştên li vê sehayê diqewimin bêjin ev tesadufî ye. Li vê derê hêzên hevpeymanî û hinek bi şirîkatî vê yekê dimeşînin. Wê çeteyên bûdîst tên hov û har muslimana ji Araqanê dûr bixin, ji hêla din ve jî wê wan ber bi Bangladeşa ku îdara wê di destê Hesînaya ku lîderên muslimana îdam dikir ve mecbûrî îltîcayê bikin.

Îro tiştên divê li Araqanê pêk were, ne divê rêya koçberiyê li wan vebikin an jî wê rêya koçê hêsan bikin. Beravajiyê vê yekê divê ferze ku rêya berxwedan û têkoşînê li wan were vekirin û hêsan kirin. lewra divê bila rêya berxwedanê li wan were hêsan kirin, berxwedana ku wê wan li cîhê wan serkeftî bike û bila ji welatên xwe dernekevin û bibin hakimê welatên xwe.

Li Araqanê zemîna berxwedanê jî heye û urf û adeta berxwedanê jî heye. Ema hêzên navneteweyî, di van demên dawî de hemû berxwedanên Îslamê wek terorê binav dike, kesên alîkar jî weka destek bidin terorê wan binav dikin. Ev mijar jî ewqas naynin rojevê…

Îdara Bangladeşa ku katilê Abdulqadir Molla, Rahman Nîzamî û gelek alimên weka wan e, gelo ka tê hêvî kirin berxwedanek li Araqanê bidin dest pê kirin wê piştgiriya wan bê kirin. Naxêr. Beravajiyê wê heger li vê derê behsa berxwedanekê bibe, ji bo vê berxwedanê bifetisîne û dengê wê deynin wê çi ji destê wan were bike.

Îro heger dihêlin musliman îltîcayê Bangladeşê bikin, ne ku li xweşa Îdara Hesîna diçe nengê xwe nake, hêzên navneteweyî jê re dibêje dengê xwe neke. Li îşê wan tê. Kara wan tê de, menfaeta wan tê ye ji lewma îro bi vî rengî tevdigerin. Qey ber serê we diçe ku Hesînaya ku lîderên muslimanên Bangladeşê yên mîna Abdulqadir Molla, Rahman Nîzamî û gelek alimên weka wan e bi xwîn xwarî îdam kiriye îcar ji muslimanan re bibe alîkar?

Îro heger musliman mexdûr bin, encax birayê wî yê musliman dikere jê re bibe alîkar. Feqet di roja me ya îro de, musliman bi polîtîqayên şeytanî tê xwestin tevek bibin multecî divê lazime em li rêya berxwedan û têkoşînê bigerin, ne li rêya multecîbûnê.(kelhaamed)


Ê Berê Alim û Mucahîd: Omer Muxtar
Ê Li Pey Weqfê Yetîman ji hezar zarokên yetîm re alîkariya kirtasiyê kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.