Weqfê Yetîman ji hezar zarokên yetîm re alîkariya kirtasiyê kir

Weqfê Yetîman ji hezar zarokên yetîm re alîkariya kirtasiyê kir

DIYARBEKIR - Weqfa Yetîman beriya heyama perwerdehî û hîndekariyê ya sala 2017-2018an ji hezar zarokên ku di nav wan de zarokên Sûrî jî hebûn re alîkariya kirtasiyê kir.

Weqfa Yetîman a  ku li Diyarbekirê bi xebatên xwe yên alîkariyê tê naskirin, beriya heyama perwerdehî û hîndekariyê ya sala 2017-2018an  ji hezar zarokên ku di nav wan de zarokên Sûrî jî hebûn re alîkariya kirtasiyê kir.

Alavên kirtasiyê yên ku hat anîn avahiya weqfê ji teref dildarên weqfê ve hatin amadekirin û ji zarokan re hatin dayîn.

Serokên Komisyona Alîkariyê ya Weqfa Yetîman  Vedat Bîlge derheqê xebatên ku ew kirine de diyar kir ew bi xebata ku dane destpêkirin berî heyama perwerdehî û hîndekariyê ya sala 2017-2018an ji hezar zarokên yetîm re alîkariya kirtasiyê kirine.

Bîlge di berdewama axavtina xwe de diyar kir xebatên wan ên bo kesên yetîm bênavber berdewam dikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Me berî ku mektev vebin hewik da da ku îxtiyacên kirtasiyê yên zarokan tedarik bikin. Di vî warî de me ji hezar zarok  yetîm û Sûrî alîkariya kirtasiyê belav kir. Divê em li yetîman xwedî derkevin da ku bêaramîya li dinyayê bi dawî bibe û însanetî bigihije hizûrê. Ger yetîm  bikenin dê dinya bikene, ger yetîm bigrî dê dinya bigrî.”

Malbatên zarokên yetîm ên ku ji wan re alîkarî hat kirin ji rayedarên weqfê re teşekur kirin.

Fatma Efroza ku li 2 biraziyên xwe yên yetîm xwedîtiyê dike derheqê mijarê de diyar kir xwedîderketina yetîman mirov kêfxweş dike.

Yetîma bi navê Gulcan Guldendala ku jê re alîkarî hat kirin jî diyar kir mala Weqfa Yetîman ava be.(ÎLKHA)


Ê Berê Hîle û şeytanî ya emperyalîstan
Ê Li Pey “Ji mêj ve zilm li Arakaniyan tê kirin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.