“Ji mêj ve zilm li Arakaniyan tê kirin”

“Ji mêj ve zilm li Arakaniyan tê kirin”

ÊLIH - Yrd. Doç. Dr. Oktay Bozanê ku derheqê qetlîamên ku li Arakaniyan tê kirin de nirxandinan kir diyar kir ew nifûsa Mislimanan a ku ji sedî 4ê nifûsê ye ji mêj ve li rasta zilmê tê.

Yrd. Doç. Dr. Oktay Bozanê Serokê Şaxa Makezanista Hûnerên Îslamê yên Tirk ê Zanîngeha Dîcleyê ye  derheqê qetlîamên ku li Arakaniyan tê kirin de nirxandinan kir. Bozan di nirxandinên ku kir de  diyar kir  ew nifûsa Mislimanan a ku ji sedî 4ê nifûsê ye ji mêj ve li rasta zilmê tê.

“Ji sedî 4ê nifûsa welêt ji Mislimanan pêk tê”

Bozan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji sêdî 89ê vî welatî Bûdîst, ji sedî 4 Mesîhî û ji sedî 4 jî Misliman e  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em li dîrokê dinêrin em dibînin ku  Arakanî di sedsala 8emîn de di dewra Abbasiyan de piştî ziyaretên ku ji teref tacir, sûfî û derwêşên Misliman re bûne Misliman.”

Bozan diyar kir Arakan di sedsala 15emîn de wek dewletekê derketiye holê û piştî desthilatdariya ku nêzî 200-300 salan berdewam kir re ji teref îşxala Burmayê(Myanmar) hatiye.

 “Ji sala 1942an vir ve Mislimanên li vê derê li rasta tehcîrê hatin”

Bozan di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî şoreşa pîşêsaziyê Arakan ji teref Îngilîzan ve hatiye dagirkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku sal bû 1942 êdî Îngilîz ji heremê vekişiyan û  dû re tehcîreke gelek mezin li Mislimanên heremê hat kirin. Bi rastî jî li hember Mislimanan hereketeke jenosîdê didin destpêkirin. Li wê derê bo ku Bûdîzm bê belav û hakimkirin hetanî ji destên wan tê perestgehên Bûdîstan çêdikin û her wiha camî û mizgeftên ku Milsliman lê îbadetên xwe eda dikin jî ji teref Bûdîstan ve tên xerakirin.”

 “Ewlehiya can,mal û namûsê ya/ê kesekî/ê Arakanî tuneye”

Bozan di berdewa axavtina xwe de diyar kir di her qadên jiyanê de zilm li Arakaniyan tên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mesela ewlehiya can,mal û namûsê ya/ê kesekî/ê Arakanî tuneye. Kesên ku Arakanî bin nikarin bibin xwediyê mal û milk, nikarin dikanekê vekin, dema ku xwestin bizewicin bi mehan tên meşxulkirin, nikarin ji xwe re xaniyeke ji betonê çêbikin, nikarin di mekteban piştî dibistana navîn mektebê bixwînin û li warên Maynamarê bigerin. Ji ber wê yekê ew zilm û zexta siyasî, aborî û çandî  ya ku li tu derê dinyayê heta niha li tu qewmî nehatiye kirin li Mislimanên Arakanî tê kirin.”

Bozan di dawiya axavtina xwe diyar kir ev mişkîle encax bi destên dewletan bê çareserkirin ku ji ber vê yekê divê dewletên Misliman û dewletên din mudaxilî meselê bibin.(ÎLKHA)


Ê Berê Weqfê Yetîman ji hezar zarokên yetîm re alîkariya kirtasiyê kir
Ê Li Pey Referandûma serxwebûnê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.