Referandûma serxwebûnê

Referandûma serxwebûnê

Rêveberiya herêma Kurdîstana Iraqê qerara referandûmê bi piraniyan dengan qebûl kir. Mesût Barzanî di derheqê niqaşên referandûmê got ku tu kesî guhdar nekin, em diçin referandûmê.

Dosyaya bi pêvek dabixe

Rêveberiya kurdîstana Iraqê qerara Referandûma ku wê di 25ê îlonê de were lidarxistin bi piraniyan dengan qebûl kir

Qerara referandûmê bi beşdar bûna 65 parlementer bi ferqeke weke ji sedî 8 qebûl bû. Parlementerên ku beşdarî rûniştinê bûn, reya 'erê' dan.

Di heman demê de parlementoyên ku ji bo referandûmê di dema xwe de li dar bixe hatin hilbijartin.

Hat ragihandin ku Tevgera Goranê, Komel, Bizutnewe, cepheya Tirkmenî ya Iraqê û Partiya Demokrat a Aşûriyên xiristiyan rûniştin boykot kirin.

Li aliyê din de niqaşên referandûmê berdewam dike.

Serokê kurdîstana iraqê di derbarê referandûmêde beyanat da û weha got: tu kesî guhdar nekin, em diçin referandûmê.

Berzanî di derbarê bi paş avêtina Referandûmê de jî weha got: hetanî niha tu alternatîfek baş û bi mentiq negihaye me. Referandûm ji bo me ne hedefe ji bo gihaştina serxwebûnê sebebe. Armancama sexwebûne. Berî niha jî gelek soz hatin dayîn lê yek ji wan jî nehat girtin. ji bervê jî wê referandûm nayê bipaş avêtin.

Serokcûmhûr Recep Tayîm Erdogon jî di derbarê qerara refenradûmê de weha got: wê tirkiye qerara xwe ya referandûmê piştî civîna mgk û lijneya wezîran ku wê di 22 îlonê de were lidarxistin de eşkere bike.

Amrîkaya Îşgalker jî piştgirêyê nade referandûma 25 îlonê û ji bo îptal kirina wê jî beyanat da.(kelhaamed)


Ê Berê “Ji mêj ve zilm li Arakaniyan tê kirin”
Ê Li Pey Ji bo muhtacan kermes hat vekirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.