Qetlîamên li dijî Muslumanên Araqanê

Qetlîamên li dijî Muslumanên Araqanê

Qetlîam û rihqelandinê ku li dijî Muslumanên Araqanî tên kirin li New Yor, Gazze û li paytext Berlîna Elmanyayê hat protesto kirin.

Dosyaya bi pêvek dabixe

Zilm û qetlîamên ku Bûdîstên çete û hukûmeta Myanmarê li Muslumanên Araqanê dikin hat protestokirin.

Van dîmena ji new yorkêye… bi sedan musluman li pêşya navenda gihştî ya Neteweyên Yekbûyî hatin cem hev.

Bi sedan kes limêja înê kirin û piştî limêja înê zilm û rihqelandina ku li Araqanê tên kirin protesto kirin.

Li new yorkê Serokê konseya  lîdertiya  Îslamî Abdel Hafîd Cemîl weha got: em ji bo diram û halê mezlûmên Araqanê bînin ziman û protesto bikin li vêderê kom bûnin.

Li Elmanyayê jî zilm û rihqelandina ku li Muslumanê Araqanê tên kirin hat protestokirin.

Li paytext Berlîna Elmanyayê  ji teref Muslumanên însîyatîfî ya berlînayê  protesto hat lidarxistin. Bi sedan kes zilm û rihqelandinê protesto kirin.

Protestovanên ku ji bo bertek û tepkî nîşanî Hukûmeta Myanmarê bidin meş lidar xistin.

Protestovanan panqarta ku li ser hewceye Qetlîamên ku hukûmeta Myanmarê li Muslumanan dikin bê sekinandin hatibû nivîsandin vekirin û dûre sloganên wek pîrek jî dixwazin bijîn, qetlîaman biseknînin û Muslumanên rohîngyayî jî dixwazin bijîn avêtin.

Xelkê Gazzeyê jî qetlîmên ku li Muslumanên Araqanî tên kirin protesto kirin.

Xwepêşandan ji teref Hereketa Îslamî Hemasê ve hat lidarxistin. Bi sedan zarok beşdarî xwepêşandanê bûn.

Protestovanan panqarta ku liser dirama Muslumanên ku li Myanmarê ne gelek xerabe hatibû nîvîsandin vekirin û sloganên li dijî Bûdîstan û Hukûmeta Myanmarê hatin avêtin.

Di xwepêşandanê de Ebû Hamza axaftinek kir û weha got: îro em ji bo piştgirêyê bidin Muslumanên Araqanî civyanin. Birayên meyên Musluman dibin bêdengiyê de hêdî hêdî tên qetil kirin.

Hat ragihandin ku ji 25 tebaxê û virde bi hezaran Muslumanên Araqanî hatine qetilkirin. Bihezaran musluman jî Muhacir bûnin û bi dehan gund jî hatine şewitandin.(kelhaamed)


Ê Berê Ji bo muhtacan kermes hat vekirin
Ê Li Pey Weqfa Yetîman bo Mislimanên Arakanî kampanya alîkariyê da destpêkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.