Şiroveya Rojê

Şiroveya Rojê

Nivîskarê Kelhaamed Kamuran Turgay referanduma Kurdistanê nirhand.

Di bîst û pêncê vê mehê de referandûma Kurdistanê heye. Çi qas referandûm jî nêzîk dibe dengê faşîsta jî hew qas blind û gur dibe. Hinek ji wan Kurda tehdît dikin, hinek jî dibêjin Kurdistan İsraîla duyemîn e. Hinek jî ‘hetta ‘herbê jî tînin ber ça’vên xwe û dixwazin Kurda bi melîsînin.

Gelo em vê pirsê ji wan bipirsin ma qey ‘heqê Kurda tune ye, ji xwe re dewletekê avabikin û bi serxwebin? Hûn çima ji vêya ‘aciz dibin.  

Dewleta Tırkî jî serxwebûna Kurda naxwaze û têkilîyî karê hundirê Kurdistanê û ‘hukumeta Iraqê dibe. Ev Tirkî bû di dewra referandûma xwe yî sîstema serokatîyê de digo Ewrûpa têkilîyî karê hundirê me dibe û ne ni‘heq bû jî. Lê ana Tirkî jî  ‘eynî tiştî dike. Ev sîyasetek di rû ye.

Vanê ku ji ber referandûmê Kurdan bi ‘herbê tehdît dikin ma qey qet rûyê wan na şewite? Gava ku li ‘hesabê wan tê dibêjin ‘Kurd birayên me ne.’ Gelo ka biratî li kur ma?  Van kesan netewetîya wanî Tırkîtî jî bi vira ye. Gelo waye bi sed sala ye Çîna qomunîst û faşist birayên me yî Tirkên Musluman Li Tirkîstana Rojhilatê qetil dike. Çima hûn wan jî bi ‘herbê tehdît nakin? Yana qaweta we hew di gihîje Kurdên mazlûm tenê? Van kesan biratîya wanî İslamê jî bi vira ye. Wa li Araqanê birayên me yî Musluman têne tevkujtinê. Çima hûn wan jî bi ‘herbê tehdît nakin? Ma qey Kurd ji Bûdîstên Myanmarê zalimtir in?

Werine guh bidin vî dengî û giramîyê bidin referandûma serxwebûna Kurda. Kurdên mazlûm bi ‘hezar salan e bê dewlet in û bê serî ne. Kurd hew qas sal zulim û zordestîyê dîtin, we dengê xwe dernexiste; hûn îro rabûne hêle hêlê dikin. Runênê cîhên xwe! Çima di dewra ‘Helepçeyê de, Hamayê de we hew qasî dengê xwe bilind nekir? Gava Kurd zulmê dibînin têne qetilkirin hûn deng nadin lê gava Kurd dibêjin emê bi serê xwe bin hûn xwe dîn dikin ev di rûtî ye. Giramîyê bidin tercîha Kurda.


Ê Berê Erdogan: Em ê drama însanetiyê ya li Arakanê bînin rojeva civaka navneteweyî
Ê Li Pey Yetîm-Dera Ewrûpayê destê alîkariyê dirêjî Arakanê kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.