SERSALA 1439. YA HÎCRÎ PÎROZBE, BIBE WESÎLA XÊRÊ

SERSALA 1439. YA HÎCRÎ  PÎROZBE, BIBE WESÎLA XÊRÊ

Di ‘esra saadetê de sehabîyek ji Resûlullah (‘e.s.w) dipirse. “Ya resûlûllah , piştî meha Remezanê wun di kîjan mehê de gitina rocîyê tewsîye dike.”

Pêxemberê me (‘e.s.w) weha bersiv dide: “Di meha Mûherremê de rocîyê bigrin. Lewra meha Mûherremê meha Xweda ye. Kî di 10ê meha Mûherremê de rocîye bigre, li ba Xweda ew rocîya wî ez hêvî dikim ku hemû gunehên wî yên ji wê rojê û bi şûnda yê sala borî bê ‘efû kirin.”

Îro em ketin vê meha mubarek. Îro salvegera hîcreta ji Mekkê ya bi ber Medîneyê ve ya pêxemberê Îslamê hz. Mûhammed (‘E.S.W) e.

Di dîroka Îslamê de, 3 taybetiyên girîng yên meha Muharremê hene. Ya yekem rojî girtine, ya duduyan destpêka salnameya Hicrî, ya sisiyan jî, li Kerbelayê şehîdkirina Hezretî Huseyîn û kurên wî ye.

Di nav vê mehê de roja aşûre heye û ev roj weke rojek gellek bi xêr tê binavkirin. Hezretî Adem di serî de gelek pêxemberên îslamê, di roja aşûreyê de ji hin êş û derdan xelas bûne. Di meha muharremê de, roja 10’an roja aşûre'yê ye.

Gelo, divê Misilman di meha Muharremê de çi bike û vê meha bimbarek bi çi awayî derbas bike?

Divê bawermend di meha Muharremê de rojî bigire, nimêja xwe bike, alîkariya feqîran bike û pir dûa bike. Lewra îro halê ummeta îslamê têdeye eşkere û li ber çavaye.

Piştî meha Remezanê, rojiya ku di meha Muharremê de tê girtin gellek biqîmet û xêrtir e.

Di Îslamiyetê de mehên Zilkade, Zilhicce, Muharrem û Receb weke “mehên herem” tê zanîn. Îbadet û taatên ku di van mehên herem de tên kirin sivaba wan jî pir e.

Di hedîsê şerîf de wiha tê gotin: Rojiyên ku ji yek mehên herem de 3 roj yanê di roja Înê, roja Şemiyê roja yekşemê de tên girtin weke 900 sal îbadetkirî tê qebûlkirin. (kelhaamed)


Ê Berê “Divê em bo îhya kahniya wehdet û tewhîdê pir bixebitin”
Ê Li Pey Platforma Evîndarên Pêxember ji ber minasebeta sersala Hîcrî peyam weşand

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.