serokwezîr yildirim rojev nirxand

serokwezîr yildirim rojev nirxand

serokwezîr bînalî yildirim piştî serdana li turk-îşê pirsên rojnamevanan bersivand û der barê rojevê da axivî. derbarê rojevê de beyanatên muhîm da. yildirim bangewazî li barzanî kir da ku dev ji çêkirina referandûmê berdin.

serokwezîr yildirim rojev nirxand

serokwezîr bînalî yildirim piştî serdana li turk-îşê pirsên rojnamevanan bersivand û der barê rojevê da axivî. derbarê rojevê de beyanatên muhîm da. yildirim bangewazî li barzanî kir da ku dev ji çêkirina referandûmê berdin.

serokwezîr bînalî yildirim piştî serdana li turk-îşê pirsên rojnamevanan bersivand û der barê rojevê da axivî.

serokwezîr yildirim der barê referanduma herêma kurdistana iraqê ya di 25ê îlonê da wiha got: "ez vê bi eşkereyî bibêjim. biryara ji bo referandumê, bicîanîn û kirina referandumê ji bo tirkiyeyê meseleya ewlehiya neteweyî ye. tirkiye bi biryar e û xwe nade baş di mijara ewlehiya neteweyî da heqê xwe yên sirûştî yên di peymanên navneteweyî û peymanên dualî da biemilîne."

serokwezîr yildirim der barê tezkereya serokwezîriyê ya ku wê sibê li meclisê bê nirxandin da wiha axivî: "tezkereya bê, ji bo tehdîtên li ser rûdan û ewlehiya me ya neteweyî, dijî welatê me û talûkeyên li ser sînorê başur ên tirkiyeyê biqewimin heqê mudaxaleyê dide. ji bo esker şandinê heq dide."

serokwezîr yildirim der barê verastkirina serkariyê da wiha axivî: "em ê vê meseleyê teqez ji rojevê derxin û xebatkarên xwe, statuya xebatkarên me yên di kamuyê da dixebitin li ser bingeheke mayînde bi cih bikin."

yildirim ji bona rêya ku di derbasbûna lîseyan da bê bikaranîn wiha got: "em ê ji dibistana seretayî hetanî dawiya dibisana navîn ji bo 8 salan bala xwe bidin ser serkeftina xwendekaran û biryarê dibin ku ew ê herin kîjan lîseyê. ji bo sependina ku ew ê bînin dewsa teogê wezareta me ya perwerdeya neteweyî li ser alernatîfan dixebite. em ê di lijneya wezrîan da li ser vê neaxivin lêbelê di lijneya wezîran a pey vê da em ê vê binirxînin."


Ê Berê ji zilma budîstan re bertek û tepkî
Ê Li Pey Ji barzanî beyanata referandûmê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.