Kesê ku êrîşî pîreka bi tesettûr kir hat girtin

Kesê ku êrîşî pîreka bi tesettûr kir hat girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Kesê ku li Stenbolê pêşî bela xwe li pîreka bi tesettur a ku li ser payerêyê birêve diçû da û dû re jî êrîşî kiribû ji teref mehkemê ve hat girtin.

Di lêpirsîna ku bi giliya pîreka bi navê A.Ç. ya ku êrîş lê hatibû kirin hatibû destpêkirin de kamerayên ewlehiyê hatin kontrolkirin û nasnameya êrîşkar hat tespîtkirin. Êrîşkarê bi navê Hakan D. yê ku li Ataşehîra Stenbolê pêşî bela xwe li pîreka bi tesettur a ku li ser payerêyê birêve diçû da û dû re jî êrîşî kiribû piştî muameleyên li ewlehiyê sewqî mehkemeya nobedar hat kirin. Hakan D.yê ku sewqî mehkemê hat kirin ji teref dadgeha nobedar ve hat girtin û kesê êrîşkar hat şandin girtîgehê.(ÎLKHA)


Ê Berê Welatek bi edaletê dikare li ser piyan bimîne
Ê Li Pey “Qadroya gundê 50 xaneyî heye, lê gund bê mela ye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.