“Ên ku êrîşên 6-7ê Cotmehê danekirin nehatine darizandin”

“Ên ku êrîşên 6-7ê Cotmehê danekirin nehatine darizandin”

Omer Çelîkê Serokê Platforma Kerwana Şehîdan e ji ber minasebeta salvegera qetlîama 6-7ê Cotmehê nirxandinan kir diyar kir kesên ku êrîşan danekirin divê wek feailên sereke bên girtin û darizandin.

Ji ser wan êrîşên 6-7ê Cotmehê yên ku bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş  pêk hatin 3 sal derbas bûn. Di wan êrîşên ku hatibûn kirin de Yasîn Börü, Riyad Güneş, Huseyîn Dakak , Cumalî Güneş  û Turan Yavaş ên ku ji feqîran re goştên qurbanan belav dikirin  ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn şehîdkirin.

Omer Çelîkê Serokê Platforma Kerwana Şehîdan  e ji ber minasebeta  3emîn salvegera qetlîama 6-7ê Cotmehê nirxandinan kir diyar kir parlementerên HDpê yên ku êrîşan danekirin û Zubeyde Zümrüta Seroka Berê ya Bajêr a HDPê ya ku êrîşan dabû kirin  divê wek feailên sereke bên girtin û darizandin.

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir qetlîam wel lekeyeke reş di dîrokê de cihê xwe girtiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “   Raya giştî ya ku vê bûyera wehşî taqîb dike bûyerê dizane. Berî vê 3 salan di 6-7ê Cotmehê de dema ku birayên me yên ciwan goştên qurbanan  belav dikirin  ji teref terefdarên PKKê ve bi hinceta bûyerên Kobanê bi şikleke wehşî û hovene hatin qetilkirin. 3 sal ji ser van êrîşan derbas bûn. Hinek kesên ku van êrîşan kirin cezayên giran xwarin, lê belê em bawer dikin temamê kesên ku beşdarî van êrîşan bûbûn ceza nestandine. Ji ber vê yekê ev lekeyeke reş e û dê di dîrokê de cihê xwe bigre. Em bawer dikin ku hêj kesên êrîşkar li derve ne. Divê ji vê bûyerê ders bên wergirtin  da ku cardin ev texlît bûyer pêk neyên.”

 “Delîlan weke ku dixwazin ji mehkemê re teqdîm nekirin”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku êrîşan dan kirin hêj nehatina darizandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek fail nehatine girtin ku ev yek wê demê ji teref  parêzeran ve hat vegotin. Ew polêsên ku di ewlehiya Diyarbekirê de  di nav rêxistina FETO de bûn wan delîlan ji holê rakirin û delîlan weke ku dihat xwestin ji mehkemê re teqdîm nekirin.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê bo şehîdên ku ji teref  terefdarên PKK/HDPê ve hatine qetilkirin dê  bername bê tertîpkirin.(ÎLKHA)


Ê Berê Xwendekarên zanîngehê dersa tefsîra Kurdî dibînin
Ê Li Pey 15 dermanên ku di nexweşiyên mîdê de dihatin bikaranîn hatin berhevkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.