“Kurdistan kirin çar parçe, ev nebes bû di navbera wan de mayînan danîn

“Kurdistan kirin çar parçe, ev nebes bû di navbera wan de mayînan danîn

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahînê ku li Dara Henêya Çewligê beşdarî kongreya partiya xwe bû derheqê nîqaşên referandûmê de nirxandinan kir û diyar kir “Kurdistanê kirin çar parçe, parçekirin nebes bû ku di navbera sînoran de têl kişandin

“Fatûrê ji Kurdan re nebirin”

Şahîn di helwesta ku piştî referandûma serxwebûnê ji teref cîranên derdorê ve ji Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê re tê nîşandan rexne kir  û bang li Iraq, Tirkiye, Suriye û Îranê kir û got: “ Wê Kurdan kir çar parçe û we xêzan kişand û wê sînoran bi mayînan dagirt.  Hûn bi vê helwesta xwe we Kurdan kir mişkîleyek. Naxwe vê meselê û problemê çareser bikin. Fatûrê ji Kurdan re nebirin.”

“Kurdistanê kirin çar parçe, parçekirin nebes bû ku di navbera sînoran de têlan kişandin û mayînan danîn”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê meseleyên ku hene bi eqlê bê çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kurdistanê kirin çar parçe, ev parçekirin jî nebes bû ku di navbera sînoran de têlan kişandin û mayînan danîn. Ev jî ne bes bû hebûna Kurdan înkar kirin. Wan zimanên ku ji ayetên Xwedê ayetek in qedexe kirin. Ji Kurdî re ceza birîn. Bi vî şiklî Kurdan kirin mişkîle û problem. Niha ji dêla ku bi eqlê xwe hereket bikin û li ber dilên wan bigerin û wan qezenc bikin; dîsa bi heman zimanê nîjadperest dijmintiya Kurdan dikin. Bi vî awayî derî li Îsraîl û Amerîka vedikin. Ger tu bi Kurd û Kurdistanê re dijmintiyê bike ew ê tu  Kurdistanê teqdîmî Amerîkayê bike. Em niha dibêjin hê ku rewş xiraptir nebûye mişkîleyan bi eqlê çareser bikin û bi eqlê xwe hereket bikin. Ger hûn bibêjin pêwîstiya eqlê çi ye bersiva wê ev e: Divê hûn li hember Kurdistanan Iraqê şer îlan nekin. Pêwîstiya eqlê muzakereya siyasî ye. Naxwe çawa ku Amerîka li Sûriyê 11 baregah vekiribe  û li wê derê bi cî bûbe, ew ê bi heman awayî li Kurdistana Iraqê jî bi cî bibe. Û ew ê bi saya we li wê derê mayînde bibe.”

 “Ji teqana Sûriyê peşk li cîranan jî ketin”

Şahîn diyar kir ew polîtîqaya derve ya Tirkiyê ya li ser meseleya Sûriyê bûne sedem encamên neyînî derkevin holê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îqtîdar li Sûriyê têkete nava teqanekê. Digel me çendîn caran ew îqaz kiribin jî Tirkiyê xistin nava teqana Sûriyê. Ew projeya BOP a ku jê re Îsraîl  û Amerîka navend e projeya dabeşkirina 22 welatên Îslamê bû û Erdoğan bi xwe jî ji hevserokên vê bû. Yanî ew bi xwe gelekî baş dizanibû ka BOP  çi ye. Li serê van 22 welatan Sûriye dihat. Yanî ew ê tu him ji vê yekê haydar be û ew ê tu him jî digel Amerîka li Sûriyê 4-5 salan tev bigerî û ew ê tu digel Amerîka bibe sedem ku Sûriye parçe bibe.”

“Ger îro Kurd bûbin mîşkîle sedema vê yekê ew nîjadperestên Tirk, Ereb û Farisan e”

Şahîn di berdewama axavtina xwe diyar kir sedema mişkîlebûna Kurdan nîjadperstên Tirk, Ereb û Farisan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Vaye peşkên teqana Sûriyê tesîra domînoyê derxist holê û agir pêkiya Yemenê, Lubnan tesîrdar bû û Bahreyn hejiya. Îro ger li Iraqê mişkîle hebin tesîra Sûriyê li ser wan heye Bi eqlê siyasî polîtîka nehatin birêvebirin. Vaye em li rasta faturayeke wisa giran hatine. Di encama temamê van tiştan radibin û dixwazin ku vanan bi referandûma Kurdistanê ve girê bidin û faturaya van tiştan ji nû ve dîsa ji Kurdan re bibirin. Ew kesên ku berî vê sed salî dema ku erdnigarî hat perçekirin, dema ku ji eşîrên Ereban dewlet hatin damezrandin û dema ku li cografya Îslamê sînor hatin danîn dengên xwe dernexistin û heta vê yekê tiştekî wek muqaddes hesbandin; niha rabûne û dixwazin faturê ji Kurdan re bibirin. Lê binêrin; ger îro Kurd bûbin mîşkîle sedema vê yekê ew nîjadperestên Tirk, Ereb û Farisan e.”(ÎLKHA)

 


Ê Berê 15 dermanên ku di nexweşiyên mîdê de dihatin bikaranîn hatin berhevkirin
Ê Li Pey Koçer di rêya vegerê de ne

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.